Yekîtiya Nivîskarên Nevneteweyî (PEN) xelateke pêşkêşî kitêba bi navê Seher a Hevserokê bere yê HDP´ê Selehedîn Demirtaş kir.
PEN´a Brîtanyayê xelaten îsal peşkeş kirin. Di warê kitêbên li Inglîzî wergerandî de PEN´a Brîtanyayê kitêba kurteçîrokan a bi navê Seher a Selaheddîn Demirtaş hêjayî xelatê dît. Kitêba Demirtaş a bi navê Seher sala 2017´an ji aliyê Weşanxaneya Dipnotê ve hatibû çapkirin.
PEN´a Navneteweyî rêxistineke nivîskaran a navneteweyî ye û sala 1921´ê hatiye sazkirin. Sala 1921´ê li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott klûbeke nivîskaran ava kir. Ev klûb bû bingeha PEN´a Navneteweyî.
LONDON