
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bîlançoya pêngava operasyona xwe ya li bejahiya başûrê Kobanê eşkere kir. Fermandariyê diyar kir ku bi giştî 100 gund û gundik hatin rizgarkirin û 219 çete hatin kuştin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Bendava Tişrînê ku ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar kiribû civîneke çapemeniyê lidarxist û bîlançoya bîlançoya pêngava duyemîn a operasyona xwe ku di 23’yê Kanûnê de li bejahiya başûrê kantona Kobanê dest pê kir, eşkere kir. Daxuyaniya çapameniyê ji aliyê Berdevkê QSD’ê Telal Silo ve hat dayîn. Telal Silo got, wan operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk pêk aniye. Silo destnîşan kir ku di encama operasyonên QSD´ê de ku ji du milan hatiye meşandin Bendava Tişrînê û başûrê gundewarê kantona Kobanê bi temamî hat rizgarkirin û li herêmê çeteyên DAIŞ´ê şikandine.
Pêdivî bi piştgiriyê heye
Tilo got, bergiriya li bendavê erka QSD’ê ye û berpirsiyariya birêvebirina bendavê jî dewrî Desteya Enerjiyê ya Kantona Kobanê hatiye kirin da ku elektrîkê bi awayekî wekhev bide hemû herêman. Berdevkê QSD´ê Tilo misoger kir ku ew ê li xelkê herêmê nebin bar û weha peyivî: “Em ji wan hêvî dikin ku piştgiriyê bidin hêzên me, di navbera me û wan de têkiliyên biratî, mervantî, jiyan û çarenûsî hene.”
Gelên Sûriyê di operasyonê de cih girtin
Telal Silo îşaret pê kir ku ji bilî YPG/YPJ´ê, Tabûrên Şems El-Şemal, Artêşa Şoreşgeran, Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Tugaya Rizgariyê, Kombûna Tugayên Cizîrê di operasyonê de cihê xwe girtine û diyar kir ku ev pêngava operasyonê bi awayekî kordînekirî bi Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê re hat kirin, ev yek jî bû alîkar ku operasyon biser bikeve û bigihêje armancên xwe.
100 gund hatin rizgarkirin
Silo bîlançoya pêvgavê jî weha eşkere kir: “Di vê operasyonê de 100 gund û gundik bi firehiya 640 km2 ji destê çeteyan hat derxistin, 219 terorîstên DAIŞ’ê hatin kuştin cenazeyên 178’an ji wan ketin destê hêzên me.”
Silo da zanîn ku di vê pêngavê 9 şervanên wan bi lehengî şehîd ketine û 7 ji wan şehîdên QSD’ê û 2 jî yên Hêzên Asayîşê bûn.
‘Em yekîtiya pêkhateyan dixwazin’
Silo serketina di dawiyê de ji bo piştgiriya QSD bang li hemû gelên Sûriyeyê kir û weha bi axivî: “Em bang li ciwanan dikin ku beşdarî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin. Ev hêzeke niştîmanî ne girêdayî hêzên derve ye, armanca wê zelal û eşkere ye. Ew dixwazin yekîtiya pêkhateyên welatê me Sûriyeyê yên Kurd, Turkmen, Ereb, Suryan, Asûrî û hwd pêk were, her wisa armnca em şerê li dijî teror û çeteyên DAIŞ’ê ye ku hemû xaka me ji wan were rizgarkirin. Em serkeftina heyî û hemû serkeftinên berê û yên tên li malbatên şehîdan, birîndaran û lehengên xwe ku ji bo parastina ewlehî, azadî û aramiya vî welatî canê xwe feda kirine, pîroz dikin.”
KOBANÊ