
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê operasyona rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyad) de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li aliyê rojhilat û rojavayê Girê Spî 18 gund ji çeteyan hatine paqijkirin û rêya Til Ebyad û Reqa ketiye bin kontrola YPG’ê.
Navendê destnîşan kir ku li nêzî deriyê sînor jî cihên stratejîk hatine girtin û li navenda Girê Spî şer didome.Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di çarçoveya Hemla Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ketiye roja xwe ya 40’an de, tevgera hêzên me yên giredayî Kantonên Kobanê û Cizîrê ya ku li hemberî çeteyên li Girê Spî (Til Ebyad) û derdora wê hatibû destpêkirin, berdewam dike.”
Noqteyên stratejîk bidest xistin
YPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan şevê din li başûrê Girê Spî, gundên Doxaniyê û Malha yên li ser ava Cellabê bûn ji çeteyan paqij kirin û wiha pê de çû: “Li gundê Xirbêt Riz a li heman herême jî di seatên şevê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar hatiye jiyîn. Doh di seatên nîvro de dagirkeriya çeteyan a li vê herêmê jî hatiye bidawîkirin.
Hêzên me yên ku li xeta sînorê Bakûrê Kurdîstanê pêş dikevin jî, hîn noqteyên stratejîk ên kîlomtereyek dûrî deriyê sînor e, ji destê çeteyan derxistin. Di navbera hêzên me yên ku ji bakur rojhilatê Girê Spî ketin bajêr û komên çeteyan de li taxa Meşhura Jor pevçunên dijwar tên jiyîn.”
Xeta sînorê paqij bû
Her wiha YPG’ê ragihand ku hêzên wan ji milê rojhilat ve pêş dikevin, jî gundên Til Berîq û Xabura ji çeteyan rizgar kirin û gihiştin taxa Meşhura Jêr. Daxuyanî bi vî rengê dom kir:” Piştî pevçunên dijwar ên di navbera hêzên me û komên çeteyan de tevahiya şevê berdewam kirin, ev tax ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Hêzên me yên ku di çarçoveya tevgera Girê Spî de ji milê Kobanê ve pêş dikevin jî şevê din gundên Leklêgo, Bir Zinar, Zinar, Kor Hêsên, Savan, El Begêr, Sifeyan, Kefîfa û Lûetfê yên dikevin ser xeta sînorê Bakurê Kurdîstanê ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên me yên ku pêşveçûna xwe ya li vê herêmê berdewam dikin, doh gundê Qayseriyê ku 13 km dikeve başûrê Girê Spî ji çeteyan paqij kirin.”
Rêya Girê Sipî û Reqqa ket destê YPG’ê
YPG’ê destnîşan kir ku rêya Girê Sipî û Reqqa ketiye destê wan û gellek çekên çeteyan jî bi destxistine. YPG da zanîn ku di encama şerê doh qewîmî de sê şervanê wan jiyana xwe ji dest daye û wiha ragihand:” Hêzên me dîsa gundên Hicaciyê, Xatuniyê û Mindalî ku li heman herêmê ne ji çeteyan paqij kirin.
Di operasyonê de heta niha bi dehan endamên çeteyan hatin kuştin û hejmarek zêde çete jî hatin birîndarkirin. Hêzên me li van qadan heta niha 3 kilêş, 3.000 fîşekên kilêşan, yek BKC, 1.500 fîşekên BKC, 2 roketavêjên B7, 12 gulleyên roketavêja B7, yek bêtel û hejmarek zêde amûrên leşkerî bi dest xistin.
3 rêhevalên me yên ku bi rihê xwe ya êrîşê û bi fedakariya xwe ve di pêşketina tevgera me de rolekî mezin dilîstîn, bi lehengî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.”
ANHA/GIRÊ SIPÎ
Hêzên Kobanê û Cizîrê gihiştin hev
Hêzên YPG/YPJ’ê yên Kantonên Kobanê û Cizîrê li ser riya Reqa û Girê Spî gihiştin hev. Di çarçoveya pêngava duyemîn a Fermandar Rûbar Qamişlo û serkeftinên hêzên YPG’ê li Cizîrê û Kobanê bidestxistin, şervanên YPG/YPJ’ê yên kantona Cizîrê û Kobanê dod saet di 15.20’an li ser riya Reqa û Girê Spî gihiştin hev. Li aliyê din jî hate gotin ku hêzên YPG’ê yên ji aliyê Kobanê ve hatine gihiştina ber bajarê Girê Spî.