
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengal têkildarî pêvajoya amadekariyên pêngava azadkirina Şengalê, detayê operasyonê û helwesta PDK'ê de agahiyên berfireh dan. Fermandarê YBŞ'ê destnîşan kir ku ji roja dagirkeriya DAIŞ'ê ya Şengalê ve hêzên wan li ber xwe didin û heta niha gelek şehîd jî dane. Mazlûm Şengal got: "Ji ber ku hêzên me ji roja destpêkê de gel diparastin û di nava Şengalê de di mewziyan de bûn. Gelek hevalên me şehît ketin jî. Hêzên me di eniyên herî pêşde bûn. Mevziyên Pêşmergeyan her tim li piştî mevziyê hêzên me bûn. Li Şengalê hêza di herî pêş de hevalên me ne. Tevahî çeper me parastin. " Helwesta PDK'ê ya ku beşdariya hêza wan înkar dike mîna hesabên rantê û di ser berjewendiyê gel le girtina berjewendiyê partiyê binav kir.
Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal girîngiya rizgarkirina Şengalê jî bi van gotinan bilêv kir: " Bi rizgarkirina Şengalê re deriyê Til Efer û Musilê jî vedibe. Ji bo rizgarkirina Bacbaac jî derî tê vekirin. Rizgarkirina Şengalê ji bo tevahiya Irakê û Başûrê Kurdistanê nefes bigre pir muhîm e. Heta Hikûmeta Navendî jî dikare edî rehet nefesê bigre."
Mazûm Şengal destnîşan kir ku heta tevahiya herêmê ji çeteyan were paqijkirin ewê operasyonên xwe bidomînin û ji bo parastina herêmê jî wiha got: "Hêzên cewherî wê Şengalê biparêzin. Li Şengalê wê hezekî bi rêxistinkirî hebe. Gelê Şengalê wê di warê siyasî de leşkerî de bê rêxistinkirin. Gerek gel bi xwe xwe biparêze ku Şengal bê parastin."
Fermandarê YBŞ'ê destnîşan kir ku Şengal jî mîna Kobanê hatiye rûxandin û bi gotina, "Me çawa bajar bi hev re rizgar kir, emê bi hev re bajar ji nû ve jî ava bikin" banga piştgiriyê li gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî kir.
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şingal (YBŞ) Mazlûm Şengal pirsên me bersivandin:
Pêr hêzên HPG,YJA-STAR, YBŞ, YJÊ û Pêşmergeyan Operasyona Azadkirina Şengalê da dest pê kirin. Di encama operasyona ku du rojan berdewam kir de hûn dikarin bêjin Şengal bi tevahî rizgar bû?
Me pêr pêngava azadkirina Şengalê da destpêkirin û me nava Şengal bi tevahî ji çeteyan paqij kir. Lê beriya vê operasyonê me di 19'ê Kanûna 2014’an de li navenda Şengalê û derdora wê operasyon dan destpêkirin û di çarçoveya vê operasyonê de 2 taxên li navenda Şengalê û girên li derdorê azad kiribûn. Dîsa ji bo azadkirina Şengalê di 8'ê Cotmehê 2015’an de li rojavayê Şengalê me dest bi pêngava Geliyê Şîlo kir û di berdewama vê pêngavê de di 31'ê Cotmehê de jî gundê Faw, Zeko, Muculî, Sihêl, Bîrkasim ku di navbera Şengal û Xatuna de ye rizgar kirin. Ev pêngav tev dihatin amadekariya Operasyona Azadkirina Şengalê. Di roja 11 Mijdarê jî me bi pêşmergeyan re dest bi operasyona azadkirina Şengalê kir. Di nava du rojan de Şengal bi tevahî rizgar kirin. Dema ku me di nava Şengalê de pêngav da destpêkirin, milekî hêzê me jî li gundê Kizilkentê pêngav da destpê kirin û gundê Kizilkentê û gundê Solakê rizgar kirin. Bi rizgarkirina van gundan re hêzên me rêya di navbera Şengalê û Holê ya bi navê Solak-Til Eferê xistin dest xwe. Sedama girtina van rêyanan ew bû ku çete nikaribin birevin. Piştre baskên me yê Kizilkentê, Solakê, Berbiroj û Sîtiya Zeynep bi hev re ketin nava bajêr. Di encama operasyonê de hêzê me du çete sax girtin, gelek alavên leşkerî bi dest xistin û gelek wesayîtên leşkeran teqandin. Emê, dema pêş derbarê van çeteyên ku me sax girtine agahiyê bidin raya giştî.
PDK û çapemeniya girêdayî wê, operesyona azadkirina Şengalê mîna ‘Tenê ji aliyê Pêşmergeyan ve pêk hat’ nîşan dide û qet bahsa hêzên HPG,YJA-STAR, YBŞ, YJÊ nayê kirin. Di vê derbarê de hun çi dibêjin?
Dema me weke hêza YBŞ’ê hemleya Geliyê Şîlo da destpêkirin, Pêşmergeyan digotin ‘Emê bi hev re dest bi operasyonan bikin, gerek hûn beyî xeberê me dest bi operasyonan nekin. Em dixwazin hevbeş hereket bikin’ lê dema di operasyonên rizgarkirina Şengalê de hinek pirsgirêk çêbûn. Di navbera me û hêzên pêşmergeyan de hevdîtîn pêk hatin. Hinek şertê me hebûn, hinek şertê wan hebûn. Di encama van hevdîtinan de me li ser ku em bi hev re dest bi pêngavê bikin, kirin. Ev wekî peymanekî resmî nehat çekirin lê me wisa li hev kirin. Di operasyonê de hinek cîhan me bi hev re dest pê kirin û hinek cîhan jî hêzên me bi tenê dest pê kirin. Lê niha jî PDK di çapemaniya xwe de operasyonê pir cûda dide nîşandan. Mîna ku hêza pêşmergeyan bi tenê dest bi vê operasyonê kiriye û Şengal bi serê xwe rizgarkiriye. Ev nêzîkbûnan ne rast e. Em PDK şermezar dikin. Ji ber ku hêzên me ji roja destpêkê de gel diparastin û di nava Şengalê de di mevziyan de bûn. Gelek hevalên me şehît ketin jî. Hêzên me di eniyên herî pêşde bûn. Mevziyên pêşmergeyan her tim li piştî mevziyê hêzên me bûn. Li Şengalê hêza herî pêş hevalên me ne. Tevahî çeper me parastin. Nêzîkbûna PDK’ê nakok e.
Armanca PDK’ê ku wekî tenê pêşmergeyan şer kiriye û Şengalê rizgarkiriye çî ye?
PDK’ê li ser berjewendiyên teng nez dibe, ne li ser esasê berjewendiyên civakî û gel nezîk dibe. Li Başûrê Kurdistanê dixwaze vê wekî rantekî bi kar bîne. Dîsa dixwaze gelê me yê Êzîdî bê statu û bê maf bihele. PDK bi van nezîkbûnan dixwaze bêje ‘Me Şengal rizgar kir û mafê kesekî nîne ku biaxivin. Ez ê li Şengalê ne gorî daxwaza gel, li gorî daxwaza xwe sîstemekê ava bikim’ e. PDK’e berjewendiyê partiyekê difikire û berjewendiye partiyekê nabe yê neteweyî. Di 3’ê Tebaxê de dema komkujî li dijî gelê Şengalê pêk hat peşmergeyan gel berda û reviyan. Piştre em bi xwe çûn me pêşmerge girtin û anîn Şengalê. Lê îro radibin dibin dibêjin ‘Me tenê Şengal rizgarkir’ ev nankorti ye.
Rizgarkirina Şengalê wê bandorê li ser rewşa Mûsilê bike gelo?
Bi rizgarkirina Şengalê re deriyê Til Efer û Musilê jî vedibe. Ji bo rizgarkirina Bacbaac jî derî tê vekirin. Rizgarkirina Şengalê ji bo tevahiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê nefes bigre û pir girîng e. Dîsa ji bo rizgarkirina Til Efer ê jî pir girîng e. Heta Hikûmeta Navendî jî dikare edî rehet nefesê bigre. Dîsa bi rizgarkirina Şengalê ve deriyên ku berê Hikûmeta Herêmê zahmetî têde dikşandin êdî hemû vedibin.
Piştî vê operasyona azadkirina Şengalê hûn wekî YBŞ’ê li gundê derdora Şengalê yên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê ne, pêngavên we wê berdewam bikin?
Armanca me ev e ku di nava çend rojan de ji bo gund û mintiqa Şengalê bi tevahî bê rizgarkirin, pêngaveke mezin bidin dest pê kirin û rizgar bikin. Eme gûndên ku li deşta Şengalê ye bi tevahî rizgar bikin û wê heta Koçyo ye berdewam bike. Koçyo dikeve xeta Bacbaac ye ku dikeve başûrê Şengalê.
Hêza me ya nêzî 2500 şervanî başdarî vê operasyonê bû. Dîsa welatparêzên ku bi mere tevdigerin beşdarî hêzên operasyonê bûn. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî lîstikên PDK şiyar bin. Ji ber ku derên ku em rizgar dikin, em alên xwe lê datînin. Lê PDK li hemberê vê jî derdikeve û naxwaze ku em alên xwe li derên ku me rizgar kirine daliqînin. Ji bo ku dixwaze derê tê rizgarkirin bike malê xwe. Em van nêzîkbûnan qebûl nakin. Derên ku me rizgar kirine, emê alên xwe li dar bixin û derê ku Pêşmerge jî rizgar dikin bila ala xwe lê bixin. Çima wê ji bona xwe wekî tehlîkeyekê dibinin, em dizanin.
Her cara ku me xwest dest bi pêngava rizgarkirina Şengalê bikin, PDK'ê di her warî de pirsgirêk derxistin. Daxwaza me ev e ku; kes berjewendiyên xwe li ser yên gel re negire. Şengal jî di nava parçayê Kurdistanê de rengekî cûda ye, çanda xwe cûda ye.
Derên ku we rizgar kirin, hûnê çawa biparêzin?
Hêzên cewherî wê Şengalê biparêzin. Li Şengalê wê hezekî bi rêxistinkirî hebe. Gelê Şengalê wê di warê siyasî de leşkerî de bê rêxistinkirin. Gerek gel bi xwe xwe biparêze ku Şengal bê parastin. Bi şêwaza jiyana berê diyar e ku wê nikaribin xwe û bajarê xwe û malbatên xwe biparêzin. Di dema pêşiya me de, li van gundên ku me rizgarkirine, civakeke rêxistinkirî bê avakirin, perwerde kirin û jiyaneke xweser bê avakirin ku bikaribin xwe û paşerojê de xwe biparêzin.
Şengaliyên koçber yên di bin konan û kampan de dijîn wê bikaribin kengî vegerin Şengalê. Di vî warî de hewildanên we, wê hebin?
Li derdora Şengalê edî çeten neman, piştî vê operasyonê emê li nava Şengalê û li derdora wê tevahî ji mayinen çeteyan paqij bikin. Piştre gel dikare vegere malên xwe. Gundên ku dikevin mintiqeya başûrê Şengalê bi tevahî aram in. Gel dikare bê li van deran bijî
Şengal wêran bûye. Gelek mal hatine xirab kirin. Di vê derbarê de hunê çi bikin û bangawaziyên we heye?
Di encama şerê ku salekê di bajêr de dewam kir de bajar niha piranî rûxiya ye. Bajar bi rastî jî mina Kobanê lê hatiye. Malê ku saxlem mabûn jî ji aliyê çeteyan ve hatiye teqandin û şewitandin. Me çawa bajar bi hev re rizgarkir, emê bi hev re bajar ji nû ve jî ava bikin. Em banga tevahiya miletê me, gelê cîhanê ku bi komkujiya li ser gelê me yê Êzîdî pêk hat de êşiyane dikin ku alikariya Şengalê bikin. Emê di demê pêşiya me de di vê derbarê de bangavaziyên berfireh bikin.
ZÎLAN LAÇ