Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Raperîn Engîzek li ser ‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo’ axivî û diyar kir ku heta niha di çarçoveya vê pêngavê de 10 km hatiye rizgarkirin û pêngava wan wê dewam bike.
Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di 11’ê Adarê de ji bo rizgarkirina rojavayê Şengalê ‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo’ dabû destpêkirin, ev pêngav didome. Fermandara YJŞ‘ê Raperîn Engîzek got; “Ji 11’ê Adarê ve me devereke 10 km rizgarkiriye û ev meydana berfireh ket bin destê hêzên me. Ji roja pêngavê ve gelek çete hatin kuştin. Gelek cebilxane hatin desteserkirin. Di destê me de gelek cenazeyên çeteyan hene. Pêngava me dewam dike.”
‘Herêmeke berfireh ket destê hêzên me’
Fermandara YJŞ’ê Raperîn Engîzek destnîşan kir ku ji bo kontrola çarrêya başûrê rêzeçiyayên Kolîl, Şengal, Rojava û Reqqa bikeve bin kontrola wan, wan pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo daye destpêkirin û got, gelek bi serketî bi pêş dikeve û wiha peyivî: “Ev pêngav, pêngava tolhildana hevalên me ye ku li Geliyê Şîlo şehîd bûn. Pêngavê di 11’ê Adarê de dest pê kir. Ji 11’ê Adarê ve devereke 10 km rê me girtiye. Coxrafiyek berfireh ket di bin kontrola me.”
Engîzek diyar kir ku beriya niha jî pêngavên Şengal, Şîlo û Zeko wan dabûn destpêkirin, lê Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo ji wan pêngava cûda ye, ev taybet ji aliyê hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê ve tê meşandin û wiha ragihand: “Ev pêngav cara yekem e bi awayekî xurt ji aliyê hêzên YBŞ û YJŞ‘ê ve bi rengekî rêxistineke xurt pêk tê. Bê guman destek dayîna hêzên HPG û YJA Starê jî heye. We jî dît, devereke gelekî berfireh e, cara yekem e, weke YBŞ û YJŞ‘ê li devereke evqasî berfireh pêngaveke wiha tê destpêkirin.”
‘Em ê tola hevalê xwe Agir û şehîdên Şîlo bistînîn’
Her wiha Fermandara YJŞ’ê Raperîn Engîzek daxuyakirin ku di pêngavê de çeteyên DAIŞ‘ê gelek windahî dane û got, heya niha hevalekî wan şehîd bûye. Engîzek axaftinên xwe wiha bi dawî kir; “Hevalên me gelek bi lehengî berxwedanê dikin. Hevalê Agir xebatkerekî çapemeniyê bû, dixwest di eniyên herî pêş de cih bigire. Bi îsrarkirineke mezin çû. Bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Em di vê pêngavê de heya tola heval Agir û şehîdên geliyê Şîlo nestînin, narawestîn. Di vê çarçoveyê de pêngava me berdewam dike.”
SARA XWÎNDA / ROJNEWS/ŞENGAL