Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) daxuyand ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gihiştiye 133 rojan, di 5’ê Kanûnê de bi dirûşima “Em rêber azad bikin, dawî li komkujiyê bînin” hemleya berxwedana neteweyî da destpêkirin. KJB’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be ew ê hemleya xwe bidomînin.
Koordînasyona Tevgera Jinan a Azadiyê KJB'ê bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir ku li hemberî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 12 sal e di bin tecrîdek gelek giran de tê ragirtin û herî dawî ev 133 roj e jî destûr nadin ne bi parêzer û ne jî bi malbata xwe re hevdîtin bike. KJB’ê li hemberî vê yekê bi dirûşima “Em rêber azad bikin, dawî li komkujiyê bînin” di 5’ê kanûnê de de wê ‘Hemleya Berxwedana Neteweyî” bidin destpêkirin.
KJB'ê banga tevlibûnê kir û got; “Ev 12 sale rêberê me di nava pergala Îmraliyê de di nava tecrîdê de tê ragirtin. Herî dawî ev 133 roj e jî destûr nadin ne bi parêzer û ne jî bi malbata xwe re hevdîtin bike. Pergala modernîteya kapîtalîst bi pêşengiya Emerîka, Îsraîl û Îngilîstanê û ji aliyê xulamê xwe Fetullah Gulen ve vê pergalê dide meşandin. Pergala Îmraliyê, pergala îşkenceyê ya demdirêj e. Fetullah Gulen ê xwînxwar jî perçeyek vê yekê ye. Rêberê me li hemberî gel û tevgera me wekî rehîneyekê tê girtin.

Pêngava berxwedanê 

Em wekî KJB’ê li hemberî vê rewşê bi dirûşima ‘Em rêber azad bikin, dawî li komkujiyê bînin’ di 5'ê kanûnê de “Hemleya Berxwedana Neteweyî” didin destpêkirin. “Em ê têkoşîna xwe xurt bikin û heta rêberê me azad dibe em ê hemleya xwe bidomînin.”
KJB'ê di daxuyaniya xwe bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyek aştiyane her dem tevgeriyaye, li hemberî vê dewletê jî her tim bi mijûlkirin û komkujiyê bersiv dane wî. Daxuyaniya KJB'ê wiha dom kir: “ Îmraliya ku heta niha pêkanînên derhiqûqî hatine meşandin, wekî amûrek şantajê li hemberî gel û tevgera me tê bikaranîn. Her çiqas darvekirin hatibe rakirin jî, polîtîkayên tunekirinê nehatine bi dawîkirin.

Çareserî tune 
Heta Serokwezîr Erdogan got, ‘Ger em bana me yê ew bi dar vekiriba’. Lê Rêber Apo bi sekna xwe hemû polîtîkayên wan yê radestgirtinê vala derxistiye. Di bernameya dewlet û hikûmetê de çareseriya pirsgirêka Kurd tune. Her roj jin û zarokên me dikujin. Di bin navê KCK’ê de bi hezaran siyasetmedaran digire û li hemberî gerîla jî çekên kimyewî bi kar tîne.
AKP erdheja Wanê jî ji bo tolhildanê bi kar tîne. Bertekên mexdurên erdhejê jî bi tundî diçewisîne. Lê hikûmeta AKP'ê bi vê yekê baş bizane ku heta niha tu polîtîkayên hikûmetên din ên bi vî awayî encam negirtin. Hemû tune bûn ew jî wê li hemberî berxwedana gelê Kurd tune bibe.

Azadî û ewlehî 

Hemleya me ya li ser vî esasî daye destpêkirin heta encam bigire wê bidome. Azadî û ewlehiya Rêberê me azadî û ewhiya gel û jinan e. Em cardin bi awayek zelal bilêv dikin ku dest dirêjkirina li hemberî rêberê me, pêlîstina agir e. Cemaeta Gulen û AKP di hedefa hemleya me de ne. Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê û yên li derveyî welat divê berxwedanê bê xurtkirin. Em di serî de bang li jinan û ciwanan dikin ku li ser xeta Ş. Rozerîn, Ş. Çîçek, Ş.Rustem û Rêber Apo berxwedan xurt û geş bikin.”

ANF/BEHDÎNAN