Saziyên çand û hunerê yên li Kantona Cizîrê, bi armanca perwerdekirina û amadekirina zarokan jibo pêşerojê, li ser xebatên çand û hunerê yen zarokan civînek lidar xist û biryarên girîng girtin.

Civîn bi tevlîbûna nêzî 50 rêveber û mamosteyên zarokan û komîteyên hunerî yên saziyên çand û hunerê yên Kantona Cizîrê hate lidarxistin. Di vê civîna ku xebatên çandê yên zarokan li ser asta Kantonê hatin nirxandin de, hin plansaziyên xweser ên girêdayî dema pêş jî hatin derxistin.

Di civînê de perwerdeya hunerî ya ji bo zarokên ku di xebatên çandê de cih digirin, hate nîqaşkirin û bi taybetî li ser girîngiya nêzîkatiya li hemberî mamosteyan û girîngiya feraseta gihaştî ya hunerê hate rawestîn.

Her wiha li ser girîngiya têkiliya malbat û saziyê di perwerdeya zarokan a çandî û hunerî de hate sekinandin. Guhdana çûn û hatina zarokan a saziyên çandê û serdanên malbatên van zarokan jî hatin gotûbêjkirin. Hate destnîşankirin ku heger ev têkilî bi hêz û bi bandor bin, dê zarok bi kesayetek xurtir û bi nirxên kurdî mezin bibin.


‘Zarok ji bandorên şer werin parastin’

Di civînê de hate gotin ku perwerdeya herî girîng ku bandorê li cîhana zarokan dike, perwerdeya hunerî ye û wiha hate gotin: “Ji ber vê jî gerek e her civak zarokên xwe bi ziman û arîşeyên xwe perwerde bike. Stran, lîstok, helbest û mamik, di her çandekê de ji ya din cuda ne. Ji ber wê jî perwerdeya zarokan bi ziman û çanda wan, mijareke girîng e. Teqez e ku dema zarok di xebatên xwe yên hunerî de rastî nirxên xwe yên çandî werin û bi van nirxan re mezin bibin, dê zarok zêdetir afrîner, bi moral û avakar bin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ji bo ku zarok zarokatiya xwe jiyan bikin, pêwîste ji rewşa şer a hestiyar û giran werin parastin û guhdana zarokan hêj zêdetir û bi awayekî baştir be.


Plansaziya demsala havînê

Di dawiya civînê de li gorî demsala havine plansaziyek jî hate derxistin. Plansazî wiha ye:

* Di saziyên çand û hunerê û dibistanan de, pêşxistina perwerdeya çandî û çalakiyên hunerî yên wek muzîk, şano, wêne, helbest,û hwd.

*  Ger û serdana cihên dîrokî û çandî

* Peydakirina derfetan ji bo çûn û hatineke ewle ya zarokan a saziyên çandê û orgenîzekirina perwerdeyan di gund û taxên zarokên ku nayên saziyan

* Çêkirina xebatên dîtmendî ji bo zarokan mîna kilîp, fîlm û anîmasyon

*  Nêzîkatiyên şaş ên ku di perwerdeya zarokan de ji aliyê komîteyên zarokan, ên mezinan an jî mamosteya derketibin hole, li ser wan were sekinandin û ji holê werin rakirin.

* Di mijarên hunerî yên mîna nota, ritim, solfej, dekor, cil û berg, makyaj de perwerde werin dîtin

* Serdana malbatan bi awayekî birêkûpêk

* Ji derveyî perwerdeya hunerî, di hefteyê de rojekê, ji zarokan re bi awayekî komî, perwerdeya der barê mijarên mîna zanyariya jiyanê, paqijî, hevaltî, pergal, rêzkarî de were dayîn

*  Rêxistinkirina zarokan di meclisê wan de lê di heman demê hefteyê carekê bi awayekî rêkûpêk civîneke bi berpirsên koman û mamosteyan re were

* Festîvala zarokan a hunerî weke kevneşopiyekê, her sal di 2’yê tebaxê de were çêkirin .

* Beşdarbûna bernameyê TV’yê

* Dewreyên nû yên hunerê werin vekirin û pêdiviyên wan jî werin bicîhanîn. 


 HESEKÊ