Di konferansê de axaftin ji aliyê Komîteya Amadekar a Konferansê, TEV-DEM, Hevserokatiya Kantona Cizîrê û Desteya Çandê a Cizîrê ve hate kirin.

Raporên xebatên çand û huner li Rojava, astengiyên ku di karê wan de hate kişandin û pêşniyar hatin xwendin.


Biryarên Konferansê

Li gorî Komîteya Amadekar a Konferasnê nîqaşên ku di konferasê de hatin kirin bi biryarên girîng hatin girtin.

Ji wan biryaran, pêngaveke çandî bi rihê berxwedana Kobanê ji bo piştgiriya bi berxwedana Bakur re wê destpê bike; Festival û çalakiyên çandê û hunerî li hemû bajarên Kantona Cizîrê wê werin lidar xistin; Koordînekirina kar di navbera hemû saziyên çandî li Rojava were xurtkirin; Komîn di nava Tevgera Çand û Huner de werin avakirin û rola jin di nava tevgerê de were birêxistinkirin.

Di dawiya konferansê de Rêveberê Tevgerê Delîl Mîrsaz bang li hemû xebatkarên TEV-ÇAND’ê kir ku ji bo parastina û pêşxistina çanda Kurdî berpirsyartiyên xwe hilînin. 


 ANHA/QAMIŞLO