Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Ewrûpa Sînem Mihemed ku li paytexta Emerîka Washingtonê bi rayedarên wî welatî re hevdîtinan dike, der barê hevdîtinên xwe de agahî dan Ajansa Nûçeyan Hawarê ANHA’yê. Sînem Mihemed, da xuyankirin ku hevdîtina wan a yekem di 6’ê Adarê bi berpirsyarê wezareta derve ya Emerîka yê rojhilata jêrîn, berpirsê wekheviya di nava zayendan de, berpirsê buroya alîkariyên mirovî, kordînetorê bernameya siyaseta Sûriyê û Şamê re pêk hat. Di civînê de rewşa Rojava di warê aborî û embargoya ji her çar aliyan ve hat nîqaşkirin. Sînem Mihemed di bi wara cvînê de weha peyivî: "Me di civînê de alîkariyên ku pêwîstî pê hene ku divê bigihêjin Rojava û me got, beşek pirr kêm ji aliyîkariyên têne Sûriyê digihêjin Rojava. Alîkarî tev li bajarên din têne belavkirin."
‘Rewşa Kobanê li pêş bû’
Sînem Mihemed, destnîşan kir ku ku di civînê de rewşa Kobanê û wêraniya di herêmê de li pêş bû û wiha dom kir: "Di nîqaşan de rewşa Kobanê û şerê 5 mehan ku bû sedema wêraniya binesaziya bajêr bi awayekî berfireh hate gotûbêjkirin. Alîkariyên ku pêwîstî bi wan heye hatin nirxandin û bi taybetî rewşa tenduristî, nexweşxane û dermanan. Me li ser rola rêxistinên navneteweyî ya di ji nû ve avakirina Kobanê de gotûbêj kir.”
Sînem Mihemed bal kişand ser civîna duyemîn a li Washingtonê jî û ev agahî dan: "Civîna duyemîn li avahiya wezareta karê derve, bi alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Matt Malinowski, Şêwirmendê Taybet ê Buroya Demokratîk û Mafê Mirovan û Kar Rose Jackson re pêk hat."
Qehremaniya jinan hat nirxandin
Der barê wê hevdîtinê de jî Sînem ev agahî dan: "Di vê civînê de jî sîstema xweseriya demokratîk a Rojava û hebûna pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî û Asûriyan hate gotûbêjkirin. Di civînê de rola jinan jî hate nirxandin û bal hate kişandinî ser rol û qehremaniya jinên Kurd di kesayeta hêzên YPJ’ê de. Her wiha rewşa jinên Rojava hate gotûbêjkirin û berxwedana tekoşera Kurd Arîn Mîrkan ku li şûna hemû jinên cîhanê şer kir û canê xwe feda kir, hate gotûbêjkirin.”
Mihemd got ku beşek sereke ji nîqaşan êrîşên çeteyê DAIŞ’ê û xetera wan a li ser herêmê bû û axaftina wiha dom kir: "Êrîşên çeteyan a li dijî Rojava hate nirxandin. Gotin, êrîşên çeteyan ên li dijî rojnameya Charlie Hebdo ya Fransî û êrîşa Danîmarkê destpêka êrîş û xeterên li hemû herêmê ne. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû aliyên aştîxwaz û demokratîk pişgiriya Rojava bikin. Bi baldariyeke mezin rewşa li Rojava şopandin."
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN