Pêngava duyemîn a rizgarkirina Mûsilê doh dest pê kir û hêzên Iraqê li Mûsilê pêşve diçin.
Efserekî ji Hêzên Destwerdana Lezgîn a girêdayî Wezareta Karê Hundir a Iraqê ji Reuters ragihandin ku hêzên wan di Mûsilê de pêşve diçin û di 5-10 deqeyan de hêzên wan 500 m li herêmê pêşve çûn.
Efser diyar kir ku hêzên wan li taxa El-Entsar pêş dikevin û tê payîn ku dê polîsên Iraqê ku beriya du hefteyan li başurê Mûsilê bi cih bibûn, bikevin nava tevgerê.
Fermandarê Hêzên Antî-Teror Ebd El-Xenî El-Esedî ji Skynews Arabia ragihand ku hêzên wan li gorî planên ku hatine diyarkirin pêşve diçin û taxa Qudis a dikeve rojhilatê Mûsilê xistine çemberê.
Çavkaniyên ji Polîsên Federaliyê ragihandin ku Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê ber bi aliyê çepê yê bajarê Mûsilê pêşve diçin da taxên mayî rizgar bikin.
Li gorî Associated Press hêzên Iraqê îro danê sibehê bi destekdayîna hêzên Koalîsyona Navnetewî êrîşî 5 taxên Mûsilê yên di destê çeteyên DAIŞ′ê de kirin.
MÛSIL