Di daxuyaniya ku gelek endamên çapemeniyê jî şopand de, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, serokên desteyan, rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî amade bûn.
Di Endamê Kordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê Ebdulrehman Hemo derbarê xebatên ku heta niha hatine meşandin de agahî dan û bibîr xist ku Kobanê piştî berxwedana 134 rojan, di 27’ê Çileya 2015’an de hatiye rizgarkirin.
Ebdulrehman Hemo, anî ziman ku piştî rizgarkirinê ji bo tesbîtkirina ziyanên ku di encama şer de derketine holê, Desteya Jinûve Avakirina Herêma Kobanê hatiye avakirin û ev bû pêngava yekemîn a ji nû ve avakirinê.
Hemo, da zanîn ku ji bo nîqaşkirina mijara ji nûve avakirina û derxistina plansaziyê konferansek Kurdistanî jî hatiye lidarxistin, di vê konferansê de jî gelek biryar hatine girtin û wiha dom kir: “Li paytexta Kurdistanê Amedê konferansek Kurdistanî hate lidar xistin. Li gorî biryarên ku di wê konfiransê de hatine girtin, me dest bi xebatên ji nûve avakirina Herêma Kobanê kir.”
Xebat bê nabber didomin
Hemo, da zanîn ku piştî kofiransê wan dîtiye ku pêwîstiya bajar bi vekirina rê û korîdorên di nava bajêr de haye, lewra jî wan dest bi vekirina korîdor û rêyên hemû tax û kolanên bajar kir. Hemo têkildarî mijarê ev agahî dan: “Me dît ku pêwîste ku bermahiyên li bajêr rabibin û şebekeya avê ya ku ziyan dîtiye bê serastkirin. Me ji bo vê yekê dest bi van kar û xebatên seraskirin û avakirinê kir. Kar bi awayekî serkeftî derbas bû û di encamê de jî ji sedî 60 ji kar û xebatên serastkirina şebekeya avê û rakirina bermahiyan hatine bidawîkirin.
Ebdulrehman Hemo, bibîr xist ku ji bo kar û xebatên ji nûve avakirina Herêma Kobanê gelek şandeyên ku ji Bakurê Kurdistanê tevî alavên xwe derbasî Herêma Kobanê bibûn, destek dane vê hemleyê û niha jî derbasî merheleya duyemîn bûne.
Hemo derbarê pêngava duyemîn a ji nû ve avakirinê de jî ev agahî dan: “Me niha dest bi pêngava 2`yemîn ya lêkirina 1300 avahiyan kiriye. Heta roja îro kar û xebatên avakirinê yên girêdayî amadekirina dibistanan û gelek pirojeyên bi vî rengî jî berdewam dikin.”
Ebdilrehman Hemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ji bo ku merheleya 2`yemîn ya ji nûve avakirina Kobanê bi awayekî serkeftî bidawî bibe, ew bang li hemû endamên Kordînesyona Jinûve Avakirina Kobanê, her wiha sazî û rêxistinên derve dikin ku bi hemû derfetên xwe bibin alîkar û destek bidin vê pirojeyê.
Daxuyanî bi bersivdayîna pirsên rojnamevanan bidawî bû.
KOBANÊ