Di merasîmê de Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Diham El-Hadî û Hediye Yûsif, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkrîm Sarûxan, Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehd Şemho, Serokê Desteya Karûbarê Olî Şêx Mihemed El-Qadirî, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hesen El-Ezam, Endamên Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn û Sîham Dawûd, Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Beşîra Derwêş, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Luqman Hisên, Serokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed, Sekretêrê Partiya Komînîsta Kurdistanê Necmedîn Mele Umer, Kêşeyê Dêra Suryanên Artodoks Murad Murad û Kêşeyê Dêra Keldaniyan Malik Melûs amade bûn.
Berxwedan silav kirin
Leşkerên nû bi meş û torenekê ji taxa Kornêş heta navenda Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê bi avêtina dirûşmeyên dilsoziya bi tekoşerên azadiyê re meşiyan. Bi sedan welatiyên Dêrikê ew bi dirûşmeyên “Bijî yekîtiya niştîmanî” pêşwazî kirin.
Merasîma dawîkirina dewreyê bi sond xwarin û tûraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Axaftin ji aliyê Hevserokê Kantona Cezîrê Himîdê Diham, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan, li ser nave Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed, li ser nave Meclîsa Rêveber Hisên El-Ezam, li ser nave Meclîsa Gel a bajarê Dêrikê Yûsif Hacî û li ser nave partiya Komînîsta Kurdistanê Necmedîn Mele Omer hatin kirin.
Axaftvanan bi boneya dawî kirina dewriya hemû endamên Hêzên Erka Xweparastinê yên dewre bi dawîkirin pîroz kirin û berxwedana lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Pêşmergeyan li Kobanê û Şengalê silav kirin.Axaftvanan balkişandin ser girîngiya tevlêbûna ciwan ji bo erka xweparastinê û pêkanîna berpirsiyariya xwe yên niştîmanî û exalaqî ji bo parastina welatiyan.
Piştre Endamên ku dewere bi dawî kirin tûraneke leşkerî li qada navenda Ciwanên Şoreşger li darxistin. Her wiha diyarî ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hevserokê Kantona Cezîrê Himêdî Deham ve li endamên dewreyê hatin belav kirin.
Merasîm bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.
ANHA/DÊRIK