
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina gundên Kobanê de, li eniya başûrrojava 5 gund hatin rizgarkirin û yek jê serçete, gelek çete hatin kuştin. Li derdora Hesekê jî di encama çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku dir oja 149. a berxwedana Kobanê de, operasyonên paqijkirina gundan li eniyên rojava û başûrrojavayê Kobanê hatine meşandin.
5 gund hatin rizgar kirin
Der barê bîlançoya operasyonên duh de ev agahî hat dayîn: "Di çarçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de şevê din hêzên me 5 gundên li başûrrojavayê Kobanê rizgar kirin. Hêzên me gundên Pendira Mezin, Pendira Biçuk û Pendira Ênil, Zekeriya û Bestikê di demeke kin de ji çeteyan girtin û derbên giran li çetayan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin. Lê hêzên me yek jê serçete ku jê re tê gotin Emîr û çeteyekî din bi mirî xistin dest xwe. Operasyona li qadê hin jî didome.
Li Rojavayê Kobanê şer didome
Hêzên me bi awayekî hemwext li rojavayê Kobanê jî operasyon lidar xistin. Di operasyona li gundê Mişko û derdore wêî de hejmarek zêde çete hatiye kuştin, lê hejmare wan nehatiye zelalkirin. Pevçûnên di vê qadê hin jî didome.
Li Hesekê çalakî
Navenda Çapemeniyê da zanîn, ku hêzên YPG/YPJ'ê, duh bi şev li herêma Mezra Şemîran a nêzî gundê Um Dibis ê giredayî Hesekê çalakiyek lidar xistin û got, "Di êrîşê de konwoyek çeteyan hat hedef girtin. Di encama êrîşê de wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin, 2 çete hat kuştin, 3 çete jî hat birîndarkirin.
Hêzên me bi awayekî hemwext nuqteke çeteyan a li Mefreka Sebîq a li heman herêmê ye jî hedef girtin. Li vir jî kuştiyek çeteyan hatiye tespîtkirin."
KOBANÊ/HESEKÊ
Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Di şer û pevçûnên li Şengalê rû dan, 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Navenda Çapemeniya HPG’ê derbarê şerê berxwedana Kobanê de daxuyanî da. HPG'ê diyar kir ku çalakiyên şervanên wan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê didome û wiha got: "Li Şengalê di 11’ê sibatê saet di navbera 15.00 û 15.30'an de li Taxa Sûka Jêr komek çeteyên di nav amadekariyan de û amadekariyên kemînan kirin ji aliyê hêzên berxwedanê hatine ferq kirin û gerîlayên me bi bandor derb li wan dan. Di encama vê lêdanê de çeteyek hat kuştin 2 çete jî birîndar bûn. Her wiha kemîna ku çeteyan amade dikir hatiye teqandin. Çeteyên mane jî ji herêmê reviyan. Di encama vê çalakiyê de kalaşnîkofek û çenteyekî di amadekirina kemînê de hatiye bikaranîn hat bidestxistin.” HPG’ê da xuyakirin ku di heman rojê saet di 16.30'an de li hemberî çeteyên li Sîttî Zeynep çalakiyeke sûîqestê hatiye lidarxistin, di vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.
ŞENGAL