Di encama çalakiyên gerîlayana ên li hemberî nûqteyên polîs û leşkeran ên li navçeya Elkê ya Şirnexê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.  Şeva din, saet di 22.00 de gerîlayên HPG’ê ji çar aliyan ve li Qeymeqamtî, Fermandariya Tumenê, lojmanên leşkerî û noqteyên polîsan xistin. Li navçeyê ceyran qut bû pevçûn bi qasî 3 saetan berdewam kir.
Hate diyarkirin ku pevçûn heta derengiyê li hin cihan berdewam kir. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku pevçûnek mezin bû û tê diyarkirin ku hejmara leşkerên hatine kuştin gelek zêdetir in.
Piştî çalakiya gerîlayan herêm ji aliyê helîkopteran ve hate bombebaran kirin.

HPG: Elkê di bin kontrola gerîlayan de ye

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek kurt derbarê çalakiya gerîlayan a li navçeya Elkê ya Şirnexê de da û diyar kirk u navçeya Elkê û derdora wê di bin kontrola gerîlayan de ne.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî ; “Di 2'ê Îlonê de di saet 22.00'an de li navçeya Elkê Şirnexê li dijî hemû baregehên leşkerî û polîsan ji aliyê gerîlayên me ve tevgereke şoreşgerî ya bi navê Şehîd Adil û Şehîd Nûda hatiye destpêkirin. Di encama vê tevgerê de navçeya Beyşebabê û derdora wê dibi kontrola gerîlayên me de ye. Di derbarê agahiya vê tevgerê de agahiyên berfireh wê pişt re were dayîn.

'Leşker-polîs vekişiyan qereqolan'

Şaredarê BDP’yî yê navçeya Elkê ya Şirnexê Yûsûf Temel diyar kir ku derdora navçeyê di bin kontrola gerîlayan de ye û got; “Em li navenda navçeyê jî dewlet nabînin. Bi taybet saet 10.00 li navçeyê tu leşker û polîs tune ne, hemû vekişîne nava qereqolan.”
Şaredarê Elkê Yûsûf Temel, ji ANF’ê re axivî û ev agahiyên germ da ANF’ê; “Li ser Kêlereşê ya ku kîlometreyek ji navenda navçeya Elkê dûr e, ala HPG’ê hatiye çikandin. Girek li vir heye li ser Elkê serwer e û niha ew jî di bin kontrola gerîlayan de ye. Mirov dikare ala hatiye çikandin bibîne.”
Şaredar Temel, bi bîr xist ku piştî pevçûnên şevê din li navçeyê pêk hatin, û got; “Ew nûqteyên stratejîk jî ketine destê gerîlayan, ji aliyê gel ve hat dîtin ku ev der ketine destê gerîlayan, tê zanîn.”

'Şemzînaneke nû'
Şaredar Temel da zanîn ku wana tenê 3 cenazeyên gerîlayan dîtine û ev agahî da; “Ji sibê ve em tu leşker li vê derê nabînin. Pira 10 kîlomtere dûr a ku li ketina navçeyê, hema bêje nîva wê hilweşiyaye... Ev niha nîşaneyek e; Em ê di rojên pêş de bi Şemzînaneyek nû re rû bi rû bimînin. Pêşbîniya me wiha ye.”
Şaredarê BDP’ê Yûsûf Teme got; “Piştî hewldana cenazeyan û meşa hate kirin, leşker bi temamî ji kolanan vekişiyane. Bi xwe vekişiyan hundirê qerqolê. Li navenda navçeyê em tu polîs û leşker nabînin.”
Temel destnîşan kir ku navenda navçeyê “bê polîs û bê leşker” e û diyar kir ku mirov herêmên di bin kontrola gerîlayan de dimîne. Temel got; “Mirov li vir dibîne ku li derdorê serwerî di destê gerîlayan de ye. Ji ber ger em biçin aliyê pirê em dibînin ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye."

ŞIRNEX/COLEMÊRG




Li Gerverê li dijî tîmên taybet çalakî

Gerîlayên HPG’ê di navbera navçeya Gever û herêma Oremarê de li dijî yekîneyên tîma taybet çalakiyek li dar xist û di encamê de tîmek taybet hat kuştin. Gerîlayan li ser girên Sênala û Rodîolînkê al hildan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek nivîskî derbarê çalakiya a Geverê da û wiha got: “Di 31'ê Tebaxê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke tîmên taybet ên artêşa dagirker a Tirk ên li herêma Oramarê diman ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de endamekî tîmên tevgera taybet hatiye kuştin.”

Kontrola rê
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “Di 2'ê îlonê de li Colemergê riya di navbera navçeya Şemzînanê û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.”
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan herêmê di bin serweriya xwe de digrin û wiha got: “di 2'ê Îlonê de li girên Sênala û Radiolînkê al li ba xistine. Piştî libaxistina alê ya gerîlayên me li dijî heman giran ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan heta 3'ê Îlonê berdewam kiriye.”  



Bîlançoya şer a Tebaxê giran e

Her çendî rejîma AKP’ê hewl dide ku bîlnaçoya giran a şerê li Kurdistanê ya veşêre, lê bîlançoya meha Tebaxê ya ji aliyê HPG’ê ve hat aşkerekirin, rastiya şerê li Kurdistanê raxist ber çavan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bîlançoya şer ya meha Tebaxa 2012 aşkere kir. HPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de gerîlayan 183 çalakî li dar xistin, di encama pevçûnan de zêdetirê 400 leşker hatin kuştin û 31 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. HPG’ê aşkere kir ku tevî 4 leşkeran nêzî 20 kesan ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin. Her wiha gerîlayan dest danîn ser gelek alav û cebilxaneyên leşkerî jî.
Bîlançoya ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hat aşkerekirin wiha ye:
- “Operasyonên bejahî yên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk hatiye lidarxistin: 31
- Êrîşên hewayî yên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk hatiye lidarxistin: 23 (D 14 ji van de şewat)
- Êrîşên kobrayan yên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk hatiye lidarxistin: 16 (Di 4 ji van de şewat)
- Êrîşên top û tankan ên ji aliyê artêşa dagirker a Tirk hatiye lidarxistin: 77 (Di 13 Ji van de şewat)
-  Pevçûnên di encama operasyonan de qewimiye: 21
- Çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin: 183
- Pevçûn û çalakiyên encamên wan ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin. 58
- Leşkerên dijmin ên hatiye kuştin (yên hatiye tespît kirin): 403 (14 jê polîs)
- Hejmara birîndarê dijmin (yên hatiye tespîtkirin): 181 (4 jê polîs)
- Helîkoptera skorskyê ya hatiye derbekirin: 6
- Helîkoptera kobra yên hatiye derbekirin: 2
- Teçxîzatê dijmin ên hatiye tunekirin: 16 çeper, otobusek, 18 panzer, 2 kîrpî, 2 akrep, 4 reo, wesayiteke jamer, 6 A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 çeka G3, 3 Dûrbînên Nîcon, 10 Telefon, 4 vagonê trênan, konteynirek
- Teçxîzatên hatiye derbekirin: 4 panzer, 9 akrep, tankek, daggeyigiyek, kîrpiyek, 10 wesayitên zirxî, çekek A4, 9 vagonên trênê
- Teçxîzatên dijmin ên hatiye desteserkirin: 11 kleş, 7 HK33 Çeka Melez, 6 G3, 2 MG3, 1 BKC, 2 r Bombeavêj, 5 roketê bombeavêj, 2 tebance, - - 5 bombe, 31 cerjor, 6 termal, 10 dûrbînê roj, 5 dûrbînê şev, 12 çente, 1700 guleyên BKC'ê, 2 bêtêl, 2 pusuleyên hewanan, cîhazeke sînyalan tevlihev dike, 7 telefon
- Wesayitên bi xebatên bi armanca leşkerî hatine bikaranîn ên hatine tunekirin: 17 Kamyon, 20 Tir, 1 wesayita kar, 4 dozer, tankereke avê, 17 telefon
-  Girtin û binçavkirinên ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kirin: 18 (14 jê sîvîl û burokrat, 4 jê leşker
- Gerîlayên me yê şehîd ketine: 31

Navenda Çapemenî-Ragihanina HPG’ê got; “Li gel wendahiyên leşkeran ên di meha Tebaxê de, di encama li hevdana leşkerên artêşa Tirk de 2 leşker miriye, di encama lêketina perwaneya helîkopterê jî leşkerek miriye. Bi van hejmaran di meha tebaxê de bi giştî 406 leşker mirine.
Di encama bi zanebûn bombebarana cihê sîvîlan de li gundan gelek rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye. Li Qendîlê jî malên sîvîla û çîftlikeke xwedîkirina mirîşka jî ji aliyê balefirên şer hatine bombekirin.”  

ANF/BEHDÎNAN