
Bi beşdariya 13 hêzên şoreşger ên ji pêkhateyên Sûriyeyê bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk sazîbûna xwe ragîhandin. Ev hêz ji niha de mîna namzeta avakirina Sûriyeke demokratîk tê dîtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji YPG, YPJ, Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Navenda Çalakiyên Hevbeş a Burkan El-Firat, Şoreşgerên Reqayê (Siwwar El-Reqqa), Şems El-Şemal, Lîwa El-Selaciqa, Tugayên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Cebhet El-Ekrad, Lîwa 99, Odeya Çalakiyan a taybet 455, Lîwa El-Selaciqa, Ehrar El-Zawiya, Lîwa Sultan Selîm, Lîwa Şehîdên Etarib), Lîwa El-Tehrîr û Lîwa 99 a Muşat pêk tên, bi daxuyaniya çapemeniyê yekîtiya xwe bi navê Hêzên Artêşa Sûriyeya Demokratîk ragîhandin.
Ji bo Sûriye zayîneke nû ye
Daxuyanî piştî civîna zêdeyî 2 saetan a nûnerên hemû hêzan, bi beşdarbûna gelek saziyên çapemaniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Hêzên Senadîd Şêx Bender Himêdî El-Deham ve hate xwendin.
El-Deham destpêkê ragîhandina hêzên Sûriya Demokratîk ku bi beşdarbûna nûnerên gelek pêkhateyan hatiye damezirandin li hemû gelê Sûriyê pîroz kir û got: “Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk gaveke dîrokî û zayîneke ji bo pêşeroja Sûriyê ye. Bi vê yekê dê bingeha hemû gelê Sûriyeyê li ser bingeha azadiya jinan bê avakirin. Armanca me ji vê yekê, ew ku em Sûriyeya Demorkatîk ava bikin.”
Armanca me yê sereke DAIŞ e
Deham di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Di civîna me ya damezirêner de rewş û pêşketinên heyî yê li Sûriye û têkçûna hemû ezmûnên berê hatin nîqaşkirin. Têkçûnên hatin jiyîn ji ber destwerdana hêzên derve pêk hatine.”
Deham, destnîşan kir ku di civînê de nûnerên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî û Turkmenan beşdar bûne û wiha pê de çû: “Armanca me ya sereke şerê hêzên ku dijberiya gelê Sûriyeyê dikin û di serî de çeteyên DAIŞ’ê ye. Em spasiya koalîsyona hêzên navnetewî ku piştgiriya me kirin, dikin û careke din bang li hêzên navnetewî dikin ku piştgiriya me bidomînin.”
Deham, da zanîn ku di dawiya civînê de Meclîsa Leşkerî ya Yekbûyî ava kirine û wiha dom kir: “Di civînê de Meclîsa Leşkerî ya Yekbûyî ku dê bi navê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk tevbigerin, hate avakirin. Di dawiyê de jî banga min ji hemû ciwan û jinên ciwan ên tevahiya Sûriyeyê re heye ku beşdarî nava hêzên me bibin.”
ANHA /HESEKÊ
Bersiva Amerîka: Alîkariya bi YPG’ê re wê bidome
Amerîka bersiv da Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Dawutoglu û ragihand ku dê alîkariya wan ji bo YPG’ê dewam bike.
Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kirby di civîneke çapemeniyê de li ser fikarên Tirkiyê yên li hemberî çekdarkirin û alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) axivî û ragihand ku, di vê mijarê de hevdîtinên wan bi Tirkiyeyê re, didomin.
Li gorî nûçeya Sputnik, John Kirby diyar kir ku nabe şerê girîng yê Amerîka û endamên din yên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê were jibîrkirin û got: “Em fikarên Tirkiyeyê fêm dikin, lê em ê bi awayekî guncaw, alîkariya wan hêzên ku li Sûriyeyê di şerê li djî DAIŞ’ê de roleke girîng dilîzin, bikin û em ê li ser vê yekê jî berdewam bin.”
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davudoglu ku gotibû “Alîkariyên ku ji bo PYD’ê û PKK’ê bên kirin, li dijî Tirkiyeyê tên kirin” jî ragihand, wan ew gotina Davûtoglu nebihîstine.
Çend roj berê Amerîkayê 50 ton çek û cebilxane dabû YPG û hêzên din ên dijbereya Sûriyeyê ku xwe wek “Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê” organîze kirine.
Hikûmet AKP’ê pêr ji ber piştgiriya Amerîka û Rûsyayê ya bi hêzên demokratîk ên Sûriyeyê re, bang li herdu balyonzên Amerîka û Rûsyayê yên li Tirkiyeyê kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN