
Gerîlayayan derbarê şerê çekdarî de nêrîna xwe anîn ziman. Afat Colemêrg: Hevala Êgîd ji bo bersivê berxwedana 14’ê Tîrmehê bide li hemberê dijmin gulleya yekemîn avêt. Wê deme qasê ku tê dîtin vîneke pir xurt pêş de ye, li hemberê tûndûtijiyê ku dijmin dayê meşandin, hevalan li hem ber vê yekî serê xwe netewandin. Wan bi baweriyekû pir xûrt ji rêka RêberApo de, li ser rastiya rêxistinê de dimeşiyan. Em jî niha bi bîr û baweriyekî bî vênekî pir xûrt ve li ser çiyeyên Kurdistanê li ser xeta Xeyrî, Egîd û Mazlûman dimeşin û em hewl didin ku li ser xeta wan de bimeşin. Ew gulleyê yekemin ku heval Egîd li hember dijmin avêt, hêj jî li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya birdoziya Rêber Apo re li Rojavayê kurdistanê şoreşê tê meşandin. Li Rojava taybet vîna gel û dayîkên me û vîna bav û kalên me di wir de her tişt dide diyarkirin.
Qonaxeke nû ye
Berfîn Botan: Ruhê 15’ê Tebaxê, gelê Kurd ji nû vê vejand û gelê kurd ku dibin betonê de hatibû hepskirin rakir ser piya. Li ser vê yekî ev ruh li Kurdistanê zîndîbûneke nû da çêkirin. Lewre gelekî ku hatibû tunekirin, cewherê gelê kurd hatibû valakirin û rastiya xwe winda kiribû. Ji nasnameyê xwe dûr ketibû. Serokatî bi kedeke pir mezin ji tunebûnê hebûn avakir. Pêvajoyekî wisa de ku heval Egîd pêngavekî vê rengî avêt. Gelê kurd ji nûve xwe ava kir. Heya pêngava 15’ê Tebaxê gelê kurd de zindîbûneke nebû. Bêgûman bi vê pêngavê re warê birdozî, ramyarî, leşkeri zengîniyeke pir xort hat avakirin. 15’Tebaxê bingehekî pir xurt da avakrin û di warî leşkeri, bîrdozî û ramyarî de vê yekî xurttir kir.
Keda serok pir e
Mazlûm Başkale: Di serî de 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê kurd û hemû hevalan pîroz dikim. Taybet qirkirina ku li hemberê gelê kurd hatiye meşandin, ew yek kurd ji tunebûnê re ru bi rû da hiştin, lê bele ruhê 15’ê Tebaxê di serê de warê gelê kurd hem ji di warê gelê cihanê ku dihat mêtin, zayineke mezin û ruheke mezin derxist holê. Ev ruh her ku diçe xorttir dibe, niha jî tê dîtin ku li Rojava berxwedana pêş dikeve weke berdewama pêngavê 15’ê tebaxê ye. Êdî gelekê ku wek berê xwe bîr kiriye bi tirs nêzî şer dibe nîne. Heya ew aştiyê pêş nexe berxwedana xwe bidomîn e. Ew yek misoger bi Rêber Apo re pêşketiye. Heya Rêber Apo û gele kurd azad nebe, ev têkoşin wê bidome.
Raperîn Tolhildan: Di serî de ji bo salvegera 15 ê Tebaxê congortiya ku bi Egîdan dest pê kir û heya roja îro berdewam kir, silav dikim.15’ê Tebaxê bingeha artêşbûna jin da avakirin. Ruhekî pir mezin e. Gerilayên nûjen li ser vê xetê dimeşe. Salvegera 15 ê Têbaxê Li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. bi pêvajoyekî nû bi qehremantiyekî xurttir li ser vê bimeşin . Ji bo azadiya Rêber Apo misoger bikin ruhê 15 ê Tebaxê xurttir bikin.
Sema Oremar: 15’ê Tebaxê ji bo me bi rastî wateyekî pir mezin e. 15 ê tebaxê hem weke tevger hem jî weke gerîla şahiyekî ye. Bi pêngava heval Egîd da dest pê kirin gelê kurd ji xewê hişyar kir. Berî 15’ê Tebaxê li ser gelê kurd bi her awayî zext hebû. Dijmin bi vê pêngavê re di nav matmayîneke pir mezin de ma . Bi hezaran ciwanên kurd bi vê pêngava mezin re pêl bi pêl tevlî hêzên gerîla û tevgerî bûn. Ji bo me hêzeke mezin da avakirin. Dema ku em her çar parçeyê kurdistanê dinihêrin gelê kurd radibe serhildanê, li hemberî dijmin serî radike, gelê kurd êdî xwe kiriye hêz. Divê ciwanên kurd hin zêdetir bi awayekî xort tevlî vî şoreşê bibin. Ez ji bo tevahiya gel kurd re serkeftinê dixwazim.
Artêşa Jinê çêbû
Vînar Semsûr: Pêngava 15’ê Tebaxê di nav kurdan de artêşeke gerîlayan ava kir. Ev artêşbûn ji bo me jinan gavekî mezin da avêtin. Di vê artêşbûnê de pêvajoyên pêş de artêşbûna jinê pêş ket. Bi 15’ê tebaxê re gava yekemîn hat avêtin. Bi 15’ê Tebaxê re jinên me neçarê mal nebûn, ji bo jinan vebijarkeke nû hat avakirin. Em jinan ji çiyayên Kurdistanê weke leşkereke azad cihê xwe girtin, di vê bingehê de jî têkoşina xwe ya azadiyê didin. Ji ber vê yekî jî ev ruh di warê jinan de pir xort bê xwedî derketin.
Zerdeşt Şoreş: Beriya wê li zindanan berxwedanekî mezin çêbû. Ji ber vê yekî li hemberê dewleta tirk derketineke mezin pêk hat. Bi 15’ê Tebaxê re têkoşineke sî salî bi avî awayî destpêkir. Di demên dawiyê de jî ew têkoşin berhem û encamê xwe da. Weke mînak li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyeke mezin hat bidest xistin. Bi şerê ruhê 15’ê Tebaxê re dewleta Tirk diçe ber lingê Serokatiyê. Li ser başûrê kurdistanê jî bandora xwe wê bibe. Bi ruhê 15’ê Tebaxê hêzên me ji bo parastinê li Başûrê Kurdistanê ne.
ANF/BEHDÎNAN