Kurdên Êzîdî yên li bajarên Rûsya Çelyabînsk û Ekaderînbûrgê, konferans li dar xistin û Yekîtiya Kurdên Êzîdî ragihandin. Di konferansa li salona Zevenda ya li bajarê Çelyabînskê de tevî Hevserokê Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan gelek Kurdistanî amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji komîteya amadekar Sevdîn Azad axaftina destpêkê ya konferansê kir.
Azad bal kişand ser pirsgirêkên Êzîdiyên li bajarê Çelyabînskê û got, “Heta vê serdemê me çand û zimanê xwe ji asîmîlasyonê parastin. Lê belê eger em rê û rêbazên nû neafirînin, li pêşberî teknîka pêşketî û rewşa heyî ya cîhanê, em ê roj bi roj asîmîle bibin û tine bibin. Lewma kombûna me ya li vê derê gelekî girîng e. Bi avakirina Yekîtiya Kurdên Êzîdî li Çelyabînsk re em ê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Bi saya vê yekîtiyê em ê hem çand û zimanê xwe biparêzin, hem jî li pêşberî bûyerên li welêt diqewimin dengê xwe bigihînin cîhanê.”
‘Hêz di dêxistinbûyînê de ye’
Hevserokê Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan piştre mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir, ku divê Êzîdî li her devera lê ne, rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe xurt bikin.
Şemoyan bal kişand ser êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengalê û got, “Van êrîşan mesajek da me; diviyabû me xwe bi rêxistin kiribûna. Ji ber vê yekê me di Nîsana par de Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê ava kir. Ev kongre ji bo hemû Êzîdiyên li Rûsyayê û rêxistineke sîwanî ye. Lê belê li herêman divê rêxistinbûyînên Êzîdiyan bên avakirin û her bajar li gorî xweseriya xwe karê xwe bimeşîne. Ji ber vê yekê me li bajarên Çelyabînsk, Ekaterînbûrg Yaroslavl, Gorkî, Tambov û Kradnodarê ji bo avakirian rêxistinan dest bi kar kirin. Dİ destpêkê de em li Çelyabînskê Yekîtiya Kurdên Êzîdî ava dikin. Ev gava destpêkê ye, wê dewama wê bê. Em çiqasî xwe bi rêxistin bikin, em ê ewqasî xurt bin.”
Di konferansê de, rewşa Kurdên Êzîdî yên li bajarê Çelyabînskê dijî bi berfirehî hat nirxandin û dûre Yekîtiya Kurdên Êzîdî yên Çelyabînskê hat avakirin. Ji bo Hevserokatiya wê jî Sevdîn Azad û Besê Îsko hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiyek ji 9 kesan hat hilbijartin.
Konferans ji ber ku di cejna Xidir Nebî de pêk hat, di dawiyê de xwarin hat dayîn.
Li Ekaterîbûrgê jî yekîtî hate avakirin
Piştî Çelyabînskê, Kurdên Êzîdî yên li bajarê Ekaterînbûrgê jî konferansek li dar xist û Yekîtiya Kurdên Êzîdî yên li Ekaterînbûrgê ava kir.
Li Ekaterînbûrgê, ku çaremîn mezintirîn bajarê Federasyona Rûsyayê ye, konferansê li salona Amazonka bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Hevserokê Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan û siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar jî beşdarî konfearnsê bûn.
Ji komîteya amadekar Xidir Rezo di axaftina vekirinê ya konferansê de diyar kir, ku ew dixwazin bi vê konferansê re siberoja Êzîdiyên li bajarê Ekanterînbûrgê ewle bikin. Xidir Rezo got, “Ne tenê ji aliyê siyasî ve, di warê çandî û civakî de jî em ê di nava karekî aktîf de bin.”
‘Bi yekîtiyê em ê xwe biparêzin’
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar dûre axivî û bûyerên li Kurdistanê nirxandin. Cotkar da xuyakirin ku li welêt û derveyî welêt Kurd li her cihî xwedî li xwe û nirxên xwe derdikevin û got, “Li hemberî zîhniyetên dixwazin me tine bikin, divê em xwe bêhtir xurt bikin û bi vî rengî bersivê bidin.” Cotkar da xuyakirin, ku ew çiqasî yekîtiya xwe xurt bikin, ew ê karibin li hemberî êrîşên kirêt xwe biparêzin û got, “Eger beriya deh salan me xwe li her derê bi rêxistin kiribûna, li her derê yekîtiyeke me ya xurt hebûya, îro hêzên dagirker û faşîst nikarîbûn êrîşî Şengal, Kobanê û bajarên Bakurê Kurdistanê bikira. Lewma konferansa me ne tenê ji bo Kurdên li Ekaterînbûrgê ye, ji bo tevahiya gelê Kurd girîng e.”
Hevserokê Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan jî da xuyakirin, ku konferans xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, “Hevalên ji bo rêveberiyê werin hilbijartin divê gelekî bixebitin. Her wiha divê em hemû ji rêveberên xwe re bibin alîkar, bar parve bikin.”
Li dû nirxandina pirsgirêkên Kurdên Êzîdî yên li bajarê Ekaterînbûrgê, ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Kurdên Êzîdî yên li Ekaterînbûrgê Xidir Rezo û Seko Efo, her wiha rêveberiyek ji 9 kesan hatin hilbijartin.
ANF/ÇELYABÎNSK