Di çarçoveya dirûşmeya “ Perwerde pêşeroja zarokên me misoger dike û em bi hev re pêşeroja xwe ava bikin”, li dibistana navîn a Meyselûn a li bajarê Til Temir şahiyek hat li darxistin.
Şahî bi axaftina Rêveberê Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Til Temir Ciwan Dawûd dest pê kir. Ciwan Dawûd diyar kir ku armanca wan ji vê hemleyê teşwîqkirina zarokan li ser çûyîna dibistanê û perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Dawûd got ku hemleya wan bi hevkariya Komeleya Alîkariyê ya Asûrî pêk tê.
Piştre Koma Çand û Hunerê ya bajarê Til Temir hin stran û govendên foloklorîk pêşkêş kirin. Her wiha di şahiyê de pêşbirka lîkên zarokan pêk hat û diyarî li zarokên serkeftî hat belavkirin. Her wiha şahî bi dirûşmên banga li şagirtan ji bo çûyîna dibistanan û hînbûna zimanê dayîkê bi dawî bû.
ANHA/TIL TEMIR