Rêveberiya Washingtonê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê de hate xwendin silav kir.
Berdevka Wezareta Derve ya DYA’yê Victoria Nuland got: “DYA daxuyaniya ji bo dawîkirina tundiya PKK’ê ya silav dike û weke pêngaveke erênî ber bi dawîkirina pevçûnên trajedîk ên ku 30 sal in li Tirkiyeyê heye bi nav dike.”
Wezareta Derve ya DYA’yê di daxuyaniya xwe de bi awayeke yekser behsa Ocalan nekir, tenê behsa PKK’ê kir. Berdevka Wezaretê Victoria Nuland got: “Em ji bo hemû hewldanên bi wêrekî yên ji bo çareseriyeke aştiyane ku dê jiyana hemû Tirkan li Tirkiyeyê baştir û demokratîk bike li çepikan dixin.”
Nunera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton tevî Komîserê Berfirehkirina Yekitiya Ewropayê Stefan Fule daxuyaniyek da û got: “Em banga çekdanînê ya PKK’ê û derketina derveyê sînorên Tirkiyeyê silav dikin. Em vê pêngava di çarçoveya pêvajoya bidawîkirina şer û pevçûnên demdirêj de ên ku bûn sedema mirina gelek mirovan , weke pêngaveke girîng dibînin.”
Her du nunerên payebilind ên YE’yê xwestin ev bang bi pêngavên şên ber bikevin meriyetê û diyar kir ku YE gelek caran ji bo aşitiyê bang li her du aliyan kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “YE amade ye ku alîkariyê dibe.”
Peyama Meclîsa Parlementeran û Konseya Ewroyê
Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) Jean Claude Mignon daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê de hate xwendin silav kir. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê S Thorbjorn Jaglan got: “Ez hêvîdar im ku ev pêvajo dê bi avakirina aştiyeke mayinde bi dawî bibe.”
Serokê Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) Jean Claude Mignon bi daxuyaniyeke fermî aşkere kir ku ew banga Ocalan silav dikin. Mignon di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Banga agirbestê ya Rêberê PKK’ê silav dikim” de bal kişand ser hevdîtinên ku li Tirkiyeyê ji berfanbara 2012 ve dest pê dikin û got: “Divê hemû cure tundî bi dawî bibin û muzakere dest pê bikin.” Her wiha got ku ew banga agirbestê ya Ocalan girîng dibînin.
'Bila bi aştiyeke mayinde bi dawî bibe'
Piştî xwendina nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland bersiveke nivîskî ji pirsên ANF’ê re şand û daxuyaniyên Ocalan weke pêşketineke erênî nirxand. Got: “Ez hêvîdar im ku ev pêvajo dê bi avakirina aştiyeke mayinde bi dawî bibe.”
Koma Sosyalîst a PE’yê: Banga Ocalan bi xêr hat
Serokê Giştî yê Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Hannes Swoboda banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got: “Êdî li Tirkiyeyê dema demokrasî û aşitiyê hatiye.”
Di daxuyaniya nivîskî ya bi îmzeya Serokê Koma Sosyalîst a PE’yê Hannes Swoboda de hat gotin: “Banga Rêberê Kurd Abdullah Ocalan li ser xêrê be” û hate destnîşankirin ku Koma Sosyalîst û Demokrat a PE’yê piştgiriyê dide banga Ocalan.
Daxuyaniya ku têde hat gotin: “Êdî li Tirkiyeyê dema demokrasî û aşitiyê hatiye”, wiha ye: “Em bangên Abdullah Ocalan ên ji bo aşitiyê girîng dibînin û bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Her wiha ev yek hêvî dide ku dê şerê 30 salan ê di navbera PKK û artêşa Tirk de berdewam dike, dê bi dawî bibe. Em diyar dikin ku bi vê pêngavê dê Tirkiye bigihe aştiyê û dê pêvajoyeke nû dest pê bibe. Ji bo hawira pevçûnan a ku bi salan berdewam dike careke dijwar nebe, tenê rêyek a çareseriya mayinde heye ew jî muzakere ye. Hemû hêzên polîtîk, partî divê ji bo pêkhatina azadiyan, mafê mirovan û demokrasiyeke tam hevkariy êbikin. Ger pirsgirêka Kurd bi awayeke adil, bi çareseriyeke mayinde çareser bibe, herêm jî dê bigihe aramiyê.”
BRUKSEL/WASHINGTON/STRASBOURG
Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî
Piştgiriyek ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hat. Hikûmetê bi daxuyaniyekê piştgirî da peyama Ocalan û got: “Em destxweşî û piştgiriyê li wê pêngavê û her pêngavekê dikin ku çi ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê û çi jî ji aliyê PKK’ê ve ji bo çareserkirina aştiyane û demokrasî ya pirsgirêkê tê kirin, dikin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da banga Ocalan a ku duh di Newroza Amedê de hate xwendin. Di daxuyaniya hikûmetê wiha hat gotin:“Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûbare dike ku wekî herdemê piştgirî dide her hewldanekî ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê. Di wê daxuyaniyê de peyama birêz Abdullah Ocalan ku di merasîma pîrozkirina cejna Newrozê de li Amedê hat xwendin û di nav de dawî li şer, şîddet û çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd dike, em erênî dinirxînin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistnaê got: “Em destxweşî û piştgiriyê li wê pêngavê û her pêngavekê dikin ku çi ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê û çi jî ji aliyê PKK’ê ve ji bo çareserkirina aştiyane û demokrasî ya pirsgirêkê tê kirin, dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hag gotin: “Bi vê boneyê hikûmeta Herêma Kurdistanê carekî din radigihêne ku ji bo her alîkarî, piştgirî û rolwergirtina ji bo çareserkirina siyasî û aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê amade ye. Em hêvîdarin ku hemû alî bi hewlên nehiştina şer, şiddet û proseya çareserkirina girêdanbûn û derfet ji bo wan hewldanan bê dayîn ku heta em digihin encamên tên xwestin.”
HEWLÊR