PYD ku partiya herî mezin a siyasî ya rojavayê Kurdistanê ye, xebatên xwe yên birêxistinkirinê didomîne. PYD’ê cara yekemîn li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê kongreya xwe bi beşdariya hezaran lidar xistibû. Piştî kongereya ku di meha Hezîranê de hatibû lidarxistin xebatên rêxistinkirinê jî bi lez ketin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Kobanê navenda partiyê hate vekirin. Ev cara yekemîn e ku PYD li rojavayê Kurdistanê navendekê vedike. Navenda partiyê bi merasîmekê hate vekirin. Endama Desteya Birêvebir a PYD’ê Emîne Osê, rêveberên Meclîsa Bajêr a Kobanê û saziyên civakî jî tevlî merasîmê bûn. Endama Desteya Birêvebir a PYD’ê Emîne Osê, di merasîmê de axivî û diyar kir ku ev pêngavek serkeftina gelê Kurd a li rojavayê Kurdistanê ye. Osê, anî ziman ku ev xebatên wan dê bidomin ew ê navendên xwe li hemû bajarên Rojava vekin. Piştî axaftinê, navenda PYD’ê hate vekirin.
Desteya Bilind a Kurd, ji bo ku kar û barên xwe bi awayekî lezgîn û birêkûpêktir bimeşîne, her wiha daxwazên gel guhdar bike, li 5 bajarên rojavayê Kurdistanê navendan vedike.
Desteya Bilind a Kurd ku di 24’ê Tîrmeha sala 2012’an de li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Meclîsa Gel û Meclîsa Niştîmanî ve hate avakirin û ji aliyê gel ve wekî îrade hate pejirandin, sîstema xwe ya birêxistinkirinê pêş ve dibe. Desteya Bilind ku heta niha komîteyên „Civakî, Siyasî û Parastinê“ yên bingehîn û komîteyên girêdayî vana ava kirine, niha jî li 5 bajaran navendan vedike. Rayedarên Desteya Bilind bal kişand ku heta niha navendek wan tunebû, karên wan birêkûpêk nedihatin pêkanîn û ji bo pêkanîna karekê gelek dem derbas dibû, her wiha gel jî di warê xwe gihadina Desteya Bilind de zehmetî dikişandin. Rayedarên desteyê anîn ziman ku ji ber van sedeman wan biryar girtiye ku li 5 bajarên rojavayê Kurdistanê navendan vekin. Di vê çarçoveyê de, dê li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amudê, Kobanê û Efrînê navendên Desteya Bilind a Kurd bêne vekirin. Bi van navendan tê armanckirin ku têkiliyên bi gel re bêne xurtkirin û gel jî karibe hemû pirsgirêkên xwe bi riya van navendan ragihîne desteyê. Çav li rê ye ku ev navend di demeke kurt de bêne vekirin.
KOBANÎ/EFRÎN