
Penîrê bi sîrik yê Wanê ku caran taştê bêyî wî nedibû, ji ber kêmbûna sewalkariyê, gelekî kêm û buha bûye.
Penîrê Wanê ku bi giya û sîrika ji çiyê tê tê çêkirin, di rewşa heyî de têra Wanê bi xwe jî nake. Ji ber kêmbûna hejmara sewalan û zêdebûha buhayê wê, penîrê bi sîrik êdî li ser her sifrê nîne.
Kîloya penîrê bi sîrik biharan û havînan ji 7 heta 10 TL’yî tê firotin, zivistanan ev buha dibe 25 heta 30 TL’yî. Penîrê bi sîrik ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mersîn, Edene û ji bilî bajarên Tirkiyeyê ji derveyî welat re jî dihate şandin. Penîrê bi sîrik ku yek ji çavkaniya debarê ya mirovên herêmê ye, êdî bi destê her kesî nakeve. Ji ber qedexekirina gelek herêmên li Wanê û derdora wê li sivîlan, sewalkarî kêm bû û ji ber vê jî hilberîna penîrê jî kêm bû.
Bazara berê nîne
Dikandarê bi navê Osman Aslan, anî ziman ku ji ber buhayê zêde yê penîr êdî xizan nikarin penîr bikirin û mîna berê nema dikarin bi tonan ji penîrê bi sîrik bifiroşin.
ANF / WAN