Helbestvan û nivîskar Sara Cafer diyar kir ku divê jin zêdetir di wêjeyê de bixuye, ji ber ku hunera destê jinê rengekî cuda dide wêjeyê û got: “Sedemeke sereke ya lawaziya asta wêjeyê, kêmiya rengê jinê ye. Ji bo wê jî pêwîst e gringî bi pênûsa jinê bê dayîn. Giringîdayîna bi pênûsa jinan cîhana wêjeyê dewlemend dike.”
Nivîskar û Helbestvan Sara Cafer di heman demê de weke Saray Payîz tê nasîn. Sara xwediyê du romanên bi navê ‘Malek bo xoşbextî eşqekan û azarekanî ew dîw zîndan’ e. Niha jî romaneke bi navê ‘Gul Xanim’ û berhemeke ji 200 helbestan li ber destê wê ne û li ber qedandinê ye. Li gorî Sara helbest, ew heval e ku di zimanê wê de diqîre, ew heval e ku tev razên dilê xwe li gel dibêje, helbest ew merhem e ku hemu birînan derman dike. Sara rola jinê di wêjeya Başûrê Kurdistanê de nirxand û wiha axivî; “Giringîdayîna bi pênûsa jinan cîhana wêjeyê dewlemend dike.”
‘Divê di wêjeyê de pênûsa jinê bê dîtin’
Sara diyar kir ku di dîroka wêjeyê de her serdemekê hinek kesayetên navdar berhem û navê xwe hêlane ji bo mirovahiyê û wiha domand: “Di her demê de hinek nivîskar û helbestvanan mohra xwe li dîrokê daye, berhemên nirxdar û bedew jî dane nivîsandin. Lê bi derbasbûna demê re hîs dikim ku ji aliyê deshilatan ve ev pênusên dinivîsin yan wenda dibin yan jî tên bêdengkirin. Pir berhemên tên nivîsandin û asta lawaziya naveroka wan deman pir ziyanê didin wêjeya Kurdî. Sedemeke din ya lawaziya wêjeya Kurdî kêmbûna rengê jinê ye di nav wêjeyê de. Ji bo wê jî pêwîst e gringî bi pênûsa jinê bê dayîn.”
‘Divê her roj bibe 8’ê Adarê’
Helbestvan Sara li ser hatina 8’ê Adarê jî got: “Li gorî min pêwîst e em wek jin her rojê bikin roja tekoşîna jinan, ne tenê di rojekê de û bi çend gotinan sînordar bikin. Ger em bi dewamî ne di nav hewl û tekoşînê de bin, em ê nikaribin vê rojê jî bi rengê jin tev bigerîn. Nabe salê di rojekê de li ser jinbûyîna xwe bihizirîn. Pêwîst e ku her roj bixebitîn ji bo gihandina peyama xwe di her qadê de û bi her awayî.”
ŞENGAR BIRADOST / JINHA/ SİLÊMANÎ