
EVRÎM KEPENEK/ŞÛJIN
Rojnamevan û nîgarkêş Zehra Dogan a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, rastî zextên kêfî yên birêveberiya girtîgeha dewleta dagirker tê. Rêveberî alavên wê yên wênexêziyê nade wê. Gelek hunermendan nerazîbûn nîşanî vê helwêstê dan û banga ‘pênûsên Zehrayê bidinê’ kirin. Hunermendan diyar kir ku astengkirina wênexêziyê ya Zehra Doganê tê wateya astengkirina mafê jiyanê.
Rojnamevan û nîgarkêş Zehra Dogan di 12’ê Hezîranê de bi hinceta cezaya wê heye, dema ji Amedê diçû Mêrdînê hat binçavkirin û hat girtin. Zehra Dogan birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û li wir hîna ragirtî ye. Edîtora JINHA’yê ya ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin, Zehra Dogan, li girtîgehê rastî miameleyên kêfî tê ku mafên wê yên sereke binpêkirin.
Nedana alavên wênexêziyê ceza ye
Mafê wê yê wênexêziyê jî bi vî rengî tê astengkirin. Hunermendan nerazîbûn nîşan da û got nedayîna alavên wênexêziyê rêbaza cezakirinê ye û wan bang kir da ku ‘alavên wênexêziyê bidin Zehrayê.’
Peykerçêker Başak Şahîndoganê daxwaz kir ku şert û mercên ji bo xêzkirina wêneyan a Zehrayê divê bên pêkanîn û got, divê astengî li pêş huner çênebin. Başakê got, “Ji bo hunermend çêkirina berhemekê ne tenê hilberîn e. Gotin, reng, nota…alava hilberînê çibe, ew çavkaniya herî xurt a jiyanê ye. Em hunermend dema li berhemên hunermendekê dikolin, têkiliya wê ya bi jiyanê re dişopînin.”
‘Huner dikare şîdetê ji holê rake’
Başakê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku astengiya li pêş Zehrayê tê wateya astengkirina mafê jiyanê û wiha dewam kir: “Ev nikare bê qebûlkirin. Divê mirov ji hunerê netirse. Wek Tolstoy jî gotiye ‘Huner dikare şîdetê ji holê rake, belkî jî tenê ew dikare vê bike.”
‘Dev ji cezakirina huner û hunermend berdin’
Hunermend Yasemîn Goksuyê jî destnîşan kir ku desthilatdariya heyî di nav salan de mesafeya xwe ya ji huner û helwêsta xwe ya beramberî wê heta dijminahiya li dijî huner û hunermend biriye û wiha pê de çû: “Huner serbilind e. Gotina xwe dibêje. Li pey bazarê ye. Hemû fikir û hestên xwe dide der. Rastiyan derdixe holê. Ji ber ku ev li dijî îdeolojiya sazbûna dewletê ye, dewlet huner û hunermend ceza dike.”
Li rûyê wan xist
Yasemînê got, Zehra Doganê jî ev qirkirina desthilatdariyê kirî, bi wêneyên xwe aniye ziman û ev sûc li rûyê wan xistiye û wiha peyivî: “Bi çi ev kir? Bi hunerê xwe, bi wijdan û alavên wênexêziyê. Yanî mirov bi nihêrîna dewletê binirxîne, bi çekên xwe! Divê demildest alavên wê bên dayîn.”
‘Bila wisa ji wêneyan netirsin’
Xêzvan Zeynep Ozatay jî xwest alavên wênexêziyê yên Zehrayê teslîmê wê bên kirin û wiha hestêm xwe anîn zimên: “Ji alavê wê bêpar hiştina wê, tê maneya êşkence lêkirinê. Li Zehra Dogan û Musa Kart heman rêbaza cezayê tê pêkanîn. Divê wisa ji rengan netirsin.”