Nivîskar Ehmedê Bilokiyê: “Di dîroka Kurdan de jina têkoşer Leyla Qasim, ji aliyê rejîma Baesê ve hat darvekirin, lê têkoşîn û jiyana Leyla Qasim nebû roman û nehate belavkirin, lewma min jiyana Şîrînê nîvisî ku wiha nemîne.”

Romana Pepûleya Azadiyê ya li ser jiyan û têkoşîna gerîlaya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şîrîn Elemhulî piştî Kurmanciyê niha jî bi Soranî derçû. Rejîma Îranê Elemhulî di şerê xwe yê li dijî Kurdistanê  bi dar ve kiribû. Roman ji qelema nivîskar Ehmedê Bilokiyê rijiyaye ser kaxezê û bi wergera Necîbe Qeredaxî bûye Soranî.

Pepûleya Azadiyê navê romana li ser jiyan û têkoşîna gerîlaya PJAK´ê Şîrîn Elemhulî ye; Elemhulî bi bêbextane û bi armanca tolhildana zaliman, ji aliyê rejîma Îranê ve 9´ê Gulana 2010´an hatibû darvekirin. Nivîskarê romanê Ehmedê Bilokiyê jî  ji doza PKK´ê di hepsa li Tirkiyeyê de ragirtî ye. Wî romana xwe di hepsê de nivîsandiye.

Roman destpêkê ji aliyê weşanxaneya J&J ve bi Kurmanciyê hat çapkirin û edîtoriya wê jî Dêrsim Oremar kiribû. Çalakgera azadiya jinê û rojanmevan Necîbe Qeredaxî roman wergerand Soraniyê. Niha hezar nusxe ji romanê hatin çapkirin.

Roman ji 240 rûperan pêk tê û behsa têkoşîn û jiyana gerîlaya PJAK´ê Şîrîn Elemhuliyê dike. Di pirtûkê de cih ji du nameyên Şîrîn Elemhulî û gelek wêneyan re jî hatiye veqetandin.

Ji bo ku weke Leyla Qasim bê roman nemîne

Nivîskarê romanê, Ehmedê Bilokiyê bi xwe ji sala 1993’yan ve weke hikumxwarê ji doza PKK’ê di hepsê de dîlê dewleta Tirk e. Ehmedê Bilokiyê ji dema destpêka dîlbûna xwe ve gelek pirtûk di hepsê de nivîsandine. Pirtûka bi navê Pepûleya Azadiyê ya li ser jiyana Şîrîn Elemhuliyê, yekemîn romana nivîskar e. Di pêşgotina romanê de ew dibêje, “Di dîroka Kurdan de jina têkoşer Leyla Qasim, ji aliyê rejîma Baesê ve hat darvekirin, lê têkoşîn û jiyana Leyla Qasim nebû roman û nehate belavkirin, lewma min jiyana Şîrînê nîvisî ku wiha nemîne.”

Di dawiya romanê de cih hatiye veqetandin ji bo du nameyên Şîrîn Elemhulî û gelek wêneyên wê.

Jiyaneke mişt berxwedan û lêgerîna azadiyê

Şîrîn Elemhulî di sala 1981’an de li gundê Dêmkişlak’ê  yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 7 bira û 2 xwişk bûne. Şîrîn Elemhuliyê qet nexwendibû. Bi rêya pirtûkên xwişk û birayên xwe tîp nas kiribûn. Lê, dema ku bêdadperweriya civakê û cîhanê dit, ti neheqiyek ji bo xwe û jiyana derdora xwe qebûl nekir.

Şîrîn Elemholî şeva ku nîşana wê bû, ku dixwestin wê ne bi dilê wê bidin zewicandin, ji malbavanê reviya û tevlî nava refên gerîlayan bû tevî du hevalên xwe: Ronahî deniz û Çalak Ciwanro. Ev herdu hevalên wê şehîd bûn û wê navê xwe yê şervaniyê ji navên wan bijart û kir Ronahî Çalak. Wê soza tolhildanê dabû û ji bo çalakiyeke fedaî ya li balefirgeha tehranê, berê xwe da wir. Li ser giliyê bi xayînî, ew sala 2008’an de ji aliyê pasdarên rejîma Îran’ê ve hate girtin. Êşkenceyên giran lê kirin, lê wê xiyanet bi doza xwe re nekir û poşmanî jî nebire ser lêvên xwe. Bi mahkemeyeke şiklî û di nava çend deqîqeyan de hukmê darvekirinê lê hate birrin. Şîrîn di 9’ê Gulana sala 2010´an de bi Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Islamyan re hete darvekirin. Piştî Leyla Qasim jina Kurd a duyemîn e ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hat darvekirin.