MIHEMED HESEN / ROJNEWS/RANYA
Desthilata bi qestî rê li ber filmên Kurdî digire, pereyekî zêde jî li rêzefilmên Tirkî xerc dike. Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku bi wan pereyan, mirov dikare film û berhemên Kurdî çêke.
Li hember rêzefîlmên Tirkî yên bandoreke pirr neerênî li ser civaka Kurd û çanda wê dikin, li Herêma Kurdistan nerazîbûn zêde dibe. Desthilata bi qestî rê li ber filmên Kurdî digire, pereyekî zêde jî li rêzefilmên Tirkî xerc dike. Welatiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bi wan pereyan mirov dikare film û berhemên Kurdî çêke.
Rêzefilmên Tirk asteng bikin
Rojnamevan Dalya Cemal û mezûna zanîngehê Amîne Ezîz li ser mijara rêzefilmên Tirkî axivîn.
Rojnamevan Dalya Cemal anî ziman ku bi dahat û pereyên ji bo rêzefilmên Tirkî û yên biyanî tên xerckirin, mirov dikare film û berhemên Kurdî çêke.
Dalya bal bire ser wê yekê ku divê Wezareta Rewşenbîriyê van rêzefilmên Tirkî yên ji bo civaka Kurd pêwîst nînin û bandoreke xerab çêdikin asteng bike.
Kirasê wan li civaka Kurd nayê
Amîne Ezîz jî bi kakûniyên xwe û endîşeyên xwe gotin û pirsgirêkên piştê nîşandana filmên Tirkiyeyê li welatên Ereb anîn bîra me.
Amîne Ezîz a zanîngeh qedandiye û li Ranya dimîne jî destnîşan kir ku rêzefîlmên Tirkî di serî de bandoreke neerênî li ser malbatên Kurd dike û got, “Rewşa civaka Kurd nîşan nadin, bi giştî neerêtiya di civaka Tirk û ya rojavayî de dixin nav malbatên Kurd.”
Amîne axaftina xwe wiha domand: “Rêzefilmên Tirkî xiyaneta di nav hevseran de asayî dike û bêbaweriya di nav malbatan de jî dike diyarde. Li hemberî wê jî desthilat ji bo van rêzefilman ti sînorekî danayîne û ev jî dibe sedema zêdebûna pirsgirêkên malbatî.”