Li perava Gola Wanê perava derûdorên gundê Mele Kasim tê bipêkirin. Ji ber vê binpêkirinê tê gotin ku perav ji welatiyan re hatiye girtin. Divê perav 50 metre ji bo gel vekirîbe lê ev 50 metre di bin dagirkirina înşeatên ku têne çêkirin de ye. Di nava kesên ku peravê dagir dikin û qanûnê bin pê dikin de Waliyê Wanê Munîr Karaloglu û Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Mustafa Bîlîcî jî heye.

Endamên meclîsê mal tespît kirin
Endamê Komîsyona Karên Îmarê ya Îdareya Taybet a Meclîsa Giştî ya Bajar Şukru Guldal, Serokê Komîsyona Tenduristî û Hawirdorê ya Meclîsa Giştî ya Bajar Alî Kalçik, endamên komîsyonê Koçera Înme, Ebubekîr Ertaç, Cemal Candemîr, Nasir Sînanoglu li peravê geriyan û malên ku perav bin pê kirine tespît kirin.

Serokê Komîsyona Tenduristî û Hawirdorê ya Meclîsa Giştî ya Bajar Alî Kalçik piştî kontrolên ku kirine agahî da û got ku Waliyê Wanê Munîr Karaoglu û Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Mustafa Bîlîcî jî perav bin pê kirine. Kalçik diyar kir ku heke Walî û Parlamenterê AKP'ê vê qanûnê bin pê bike, gel dê çawa bike. Kalçik di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em li vir bang li wan dikin. Malên ku li peravê têne çêkirin nikarin cihên ku ji bo raya giştî vekiriye bin pê bikin. Em ê ji vê nêzîkatiyê re bibêjin raweste û ji bo ku ev binpêkirin ji holê bê rakirin xebatên xwe bidomînin."

DÎHA/WAN