Di roman nivisandina Kurdan de gelek lêgerîn û ceribandinên cuda hene, hinak ji van bi zanistî, hinek jî ji tirsa serkariya dagirkeren e. Lê divê bê zanîn ku gava roman bingehê xwe ji jiyana civakê negire, nabe xwediyê nirxekê, bi taybetî jî di civaka me de.
Cihan Roj li pey gera jiyana Kurdên di nav jiyana bûrjûvaziya nûjen, yan jî li gor sincên ewropayî dijî de ye. Bi vê romana xwe ev gera xwe ceribandiye. Divê ceribandinê de xebitiye ku jiyana jinekê di nava vê jiyanê de li ber çavan raxîne.
Li gel wê Cihan hewl daye xwe ku di navbera gotinên niviskara Amêrîkanî V. Woolf yên felsefîk û jiyana karektera xwe de pireyek avabike.
Perde, li pey Gitara bê têl û Meṣa Moriyan romana wî ya sêyemîn e. Roman 153 rûpel e. Beṣa Pîneyên Perdeyê tenê ṣirova wî ye, ji wê mirov nikane wê wek beṣeke romanê binirxîne. Ev ji dikane nîqaṣa roman e yan nûrok (novel) e, derxe pêṣ.
Naveroka Perdeyê:
Karektera sereke Gulnaz heta temenekê li gund ba pîrik û bavê xwe mezin dibe. Li pey ku bavê wê bi tevê hevalê xwe tê girtin û bavê wê di hepsê de dimira, pîrik jî bi carê ve ji nava rûpelê romanê wenda dibe. Ew diçe Amedê ba apê xwe yê dewlemend, kurekî apê wî heye, bi salan li Stanbolê dixwîne, ji zanîngehekê derbazê zanîngeheke din dibe, ji ber ku pereyê bavê pirr e, di nava jiyaneke keskesor de dijî. Keçik jî diçe stembolê ba pismamê xwe, lê dixwaze Apê xwe yê herî dewlemend jî ziyaret bike. Li wir muzisyeneke ku di komaleyeke çandî de mamostetî dike dinase, tevê wî radizê. Vê jî bi awayeke serbilindî ji pismamê xwe re dibêje. Li ser înternetê bi hevalê bavê xwe re dikeve têkiliyê wî ji Ewropayê tîne û tevê wî jî radizê, gava hewesiya wî ya li ser Stembolê namîne, vedigere Amedê, dikaneke ṣîraniyê vedike. Li pey yekê nemêr dinase, dixebite tevê wî razê, lê nabe, dû re karbidestek din dinase û tevê wî radize, serê wê dikeve belayê û diçe Mêrdînê Dixwaze li wir bijî.
Rexneyên li ser vê romanê:
- Di serî de lektorê roman redektekiriye, haya xwe ji ziman tune, dema mirov rastnivîsa niviskar û ya wî lektorî dide berhev, lektor ṣagirtê niviskar jî nayê, lê dîsa jî kaniye bi hêsanî li ser zimanê niviskar bilîze. Niviskar çawa ev daxwariye, nayê fêmkirin.
Wî lektorî bi serê xwe li ser rêzmana Kurdî lîstîye. Rasterast xebitiye ku sazûmana ziman ser û bin bike. Ji wê min li ser medya dîgîtal niviseke pir giran li ser wî qaṣo lektorî nivisî.
- Bêguman gava mêrekî rabe cihana jinekê, hestê jinekê binivisîne, serkeftî nabe, ev ne gengaz e jî. Lema mirov gava li karektera romana wî Gulnazê dinêre, têdigihîje ku ji hestê jinitiyê bêtir, hestê cihana mêran lê dibîne. Yanê di vî warî de serkeftî nîne.
- Ew gotinên Wolf bi zimaneke gelek xirab hatiye wergerandin. Yê wergerandî bi Tirkî fikiriye û haya xwe ji felsefeyek bi zimanê Kurdî jî nîne. Li aliyê din tu têkiliya gotinê Woolf bi majarê re tune, wekî pîneyeke bêkêr xuya dike.
- Piraniya hevokan bi mantiqê rêzmana Tirkî hatiye avakirin, ku keseke Tirkî nizanibe bixwîne, we ecêbmayî bimîne.
Nasnameya romanê.
Navê romanê: Perde
Niviskar: Cihan Roj
Roman ji weșanê “na”yê derketiye
Perdeya Cihan Roj