Helîm BARÎN Bajarên heyî, bi feraseta endustriyalîzmê ava bûne û ji ber vê yekê, bûne weke girtîgehê. Avahiyên beton û rêyên qetran ku niha weke pêşveçûn tên hesibandin, di rastiya xwe de kuştina xwezayê ne. Divê ev rasyonalîzma ziwa têk biçe û li şûna vê ji bo jiyana azad qadên watedar hebin. Bajar divê li gorî berjewendiyên civakê ava bibe.

Mirov bi civakîbûna xwe ji zindiyên din cuda dibe. Civakîbûn gewherê mirov e. Lêkolînên li ser mirovan di heman demê de lêkolînên li ser civakê ne. Ji ber vê yekê, hemû beşên zanistiyê di bin banê civaknasiyê de watedar in. Têgîna mirov a heqîqetê bi civakîbûnê sînorkirî ye. Ji ber van sedeman, heqîqet li ser zemîna civakê xwe hildiberîne.

Civak weke her tiştî, xwe di nav cî û demê de şênber dike. “Di çerçoveya berfireh de têkiliya mirov û erdnigariyê, divê her gav li ber çavan bê girtin.”… “Dîrok bê cî çênabe” Her civak bi bandora xwezaya  ku di  tê de ye teşe digire û  li gorî taybetiyên xwe (hişmendiya civakê) jî bandorê li xwezaya  xwe dike, ango bandorê li hev dikin. Xwezaya ku bi bandora civakê teşe girtiye, êdî dibe parçeyekî çandê (xwezaya duyemîn). Gund û bajar wiha ne. Gund ew mekan e ku encama lihevkirina xweza û çandê ye. Hevsengiya civak û xwezayê di xwe de dihewîne. Gundiyan ji civaknasên ekolojîst bêhtir girîngiya xwezayê fêm kiriye. Ji şaristaniyê sûd wergirtine, lê ew neanîne asta ku xwezaya xwe xera bikin. Şoreşa Neolîtîk şoreşa gund e. Mirov ji nêçîrvanî û berhevkirinê bi Şoreşa Neolîtîkê bi cî û war bûn. Mirov bi hezar salan tenê bi formên gundan jiyaye.

Lê civakê li gorî pewîstiyên xwe bajar jî ava kirine. Bajarên ewil di dawiya Neolîtîkê de hatin avakirin. Bi bajarvanîbûnê re şaristaniyê jî dest pê kir. Em dikarin bibêjin ku dîroka bajaran dîroka ‘şaristaniya navendî’ ye. “Têgeha şaristaniyê di wateya berfiref a çandê de bêhtir civaka ku di qonaxa di çîn, bajar û dewletî de ye, derdibire. Çînayetî, bajarîbûn û dewletbûn têgehên bingehîn ên civaka şareza ne”. Bajar di destpêkê de ji bo civakê ne pirsgirêk bûn. Gelheyên wan, serjimara wan ne weke niha bi milyonan bûn. Ji her deh gundan re bajarek diket. Bajaran li Sumer û Misrê xwe li gorî gundan dîzayn dikir. Di neqeba wan de hevsengî hebû. Ji hev sûd werdigirtin. Gund cihê hilberînê û bajar jî cihê danûstendinê bûn.

Xweda û pere ji bo bajêr

Lê “Bajar şiyana jîrîtiyê ya mirovan diazirîne, derdixe.” Bi vê taybetiya xwe hem bi kapîtalîzmê re hem jî bi netewe-dewletê re li hev tên. Bajar bi gelek taybetiyên xwe kakila netewe-dewletê ye. Jixwe, beriya forma netewe-dewletê, bajar-dewlet hebûn. Ev yek bû bingeh ji bo netewe-dewletan. “Bajarbûyîn di hembêza xwe de koletî û her wiha dewletbûyînê dihewîne”…“Endûstrîparêzî û bûrokrasî bi sedsala 19´emîn re bajar pirr mezin kirine, ev mezinbûna bêwate û kanserolojîk ji bo hawîrdorê weke bobelatekê bi encam bûye. Bajar tenê xwe nakuje, hawîrdor û gund jî miçiqandine û kuştine” . Tekiliyên mirovan li bajaran êdî ne li gorî exlaq, bêhtir li ser huqûqê çêdibin. Bîyanîbûn di asta herî bilind de li bajaran dibe bela serê mirovan. Desthilatî bi rêya medyayê (Filmên Yeşîlçamê) weke ku tenê axatî û xulamtî li gundan hebe nîşan dide û bi vî awayî gundan biçûk dixe, bê îtîbar dike, lê ev form (axatî, xulamtî, desthilatî) bi awayekî tundtir û veşartî li bajaran di bin navê patron û karkeran de heye. Bi qasî ku li bajaran bû, koletî ti carî ew qasî rewa û normal nebûbû. Bi kapîtalîzma fînansê re êdî çandinî û ajalvanî jî bi kêrî karsazan nayên û her diçe kêm dibe. Pere qezençkirina ji pereyan, derbên mezin li çandinî û ajalvaniyê dixe. Yên di bin bandora hişmendiya moderniteya kapîtalizmê de dimînin dev ji gund û axa xwe ber didin û berê xwe didin metropolan. Li metropolan, li gettoyan dijîn û dibin keda erzan ji bo sermayedaran. Li Kurdistanê gund ne bi tenê bi darêzorê, her wiha bi avakirina hişmendiya modernîteya kapîtalîst vala bûn. Çawa Rahîbên Sumeriyan, ji bo gel qaneh bikin ku bajêr înşa bikin, Xweda afirandin, hêzên modernîteya kapîtalîst jî  Pere kirin şûna Xweda û bi hişmendiya xwe gel qaneh kirin da ku werin bajaran û di xizmeta wan de bixebitin. Bi vê azirandinê desthilatî bajara dike weke qefesa hesinî û bi rasyonelîzmeke li dijî bajêr, bajaran ji formên wan ê ewil derdixe. Êdî bajar diyardeyeke li dijî civakîbûyîn û gundan e û wiha bidome bi dawiya xwe re dê dawiya gerdûnê jî bîne.

Bajarên li dijî xweza û civakê

Bajar ji rewşa xwe ya niha encax bi paradîgmayek ku xwe ji modernîzmê xelas kiriye derê. Hemû tevgerên ku li dijî desthilatiya hegemonîk rabûne, ji ber ku ji modernîzmê qut nebûn, taliya wan jî têkçûn bû. Rêberê Gelê Kurd bi taybetî marksîzm û tevgerên bi vî rengî ji ber vê sedemê rexne dike û çareseriyê encax bi qutbûyîna ji modernîteya kapîtalîst  (Kapîtalîzm, Endûstreyalîzm, Netewe-dewlet) dibîne. Heger modernîte, şêwaza jiyanê be, divê li hemberî şêwaza jiyana modernîteya kapîtalîst, civaka xwe ji nû ve ava bike. Ev yek, bêguman xurtkirina modernîteya demokratîk e. Bajarên niha li dijî civakê bin, divê civak van bajaran li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve ava bike. “Gund û bajarên ku ji nû ve ava bibin, dê bibin du lingên xurt û mêjiyê Modernîteya Demokratîk”.  Hevsengiya gund û bajar dîsa dê bi têkiliyek sîmbîyotîk çêbe. Bajarên bi milyonan feraseteke navendparêz e û divê ev navendîbûn bela bibe. Bûna li dijî xwezayê li dijî civakîbûyînê ye. Ji ber vê divê bajar ti carî neyê asta xerakirina xwezayê. Bajarên heyî, bi feraseta endustriyalîzmê ava bûne û ji ber vê yekê, bûne weke girtîgehê. Avahiyên beton û rêyên qetran ku niha weke pêşveçûn tên hesibandin, di rastiya xwe de kuştina xwezayê ne. Divê ev rasyonalîzma ziwa têk biçe û li şûna vê ji bo jiyana azad qadên watedar hebin. Bajar divê li gorî berjewendiyên civakê ava bibe.

* Gotinên jibergirtî, nivîskar ji ber nivîs û pirtûkên Abdullah Ocalan girtine.