Zerdeştiyan xwestin ku hemû netewe û bawerî bi serbestî merasimên xwe pêk bînin.
Li bajarê Silêmaniyê doh Yekemîn Perestgeha Zerdeştiyan li Herêma Kurdistanê bi merasimekê hat vekirin. Di merasimê de Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, nûnerên gelek partiyan û Nûnera Kongreya Star li Herêma Kurdistanê Cîhan Xelîl tevlî merasimê bûn.
Nûnera Zerdeştiyan di Wezareta Kar û Barên Olî de li Herêma Kurdistanê Awat Hisamedîn Tayîb der barê vekirina yekemîn perestgeha Zerdeştiyan li herêma Kurdistanê axivî û got: “ Em dixwazin di nasnamayên me de ola me ya misilman hatiye nivîsandin, biguhere û bibe Zerdeştî, ji ber ku em Zerdeştî ne. Ji ber ku dema Baas û beriya wê jî me nedikarî bêjin em, Zerdeştî ne, gelek Zerdeştî ji ber vê hatin qetilkirin.”
SILÊMANÎ / ROJNEWS