
Li Helebce li ser rêya sereke ya li ber Baxê Giştî, ji aliyê şanogerên Germiyan ve şanoya ‘Pereyê Spî’ ya naveroka wê enfal û komkujiyên li ser gelê Kurd pêk hatine, hate pêşkêş kirin. Ev şano ji berî çend rojan li navçeya Çemçemal jî hatibû pêşkêş kirin. Derhênerê Şanoyê Rizgar Feqî Mihemed darbarê şanoyê de axivî û got; “Amanca pêşkêşkirina vê şanoyê ya li Helebce ew e ku peyama Germiyan bigihînin Helebce ku hatine kîmyebaran kirin. Her wiha cûdahiya vî karê me ew e ku karekî giştî ye. Tenê behsa enfalê nake, behsa hemû wan kîmyebaran û enfalên li hemberî gelê Kurd pêk hatî dike. Bi şanoyê me peyama xwe gihand kesên amade.”
Mihemed diyar kir ku ji bo xelk ji peyama wan fêm bikin li kolana şanoya xwe pêşkêş dikin û got; “Bi giştî naveroka şanoyê behsa kîmbeyebarana Helebce, Germiyan, Barzan, kîmyebarana Dûla Balîsan û enfalê dike. Em dixwazin bi riya vê şanoya xwe vê peyamê bidin berpirsan, bêjin êdî ji axaftinê re û nebûna kiryare bese.”
Ji bo enfalê bi bîr bînin
Şanoger Şeyma Mihemed jî li ser şanoyê anî ziman ku weke hejmarek şanogerên Kelar wan girîng dît ku li kolanên sereke yên Helebceyê şanoya xwe pêşkêş bikin û got: “Ji bo ku xelkê Helebce bê par nebin ji şanoyê. Ji berî niha me li çend bajarên din ên Kurdistanê pêşkêş kiriye. Herwiha ji bo peywendiyên me yên ligel şanogerên bajarên din jî xurt bibin û hevsengiyek çêbibe. Ji bo bîranîna enfalê ev van çalakiyê dikin. Di vê şanoyê de ez rolê jinekî jî enfalê rizgar dibe, di leyîzim.”
HEWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE