Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, diyar kir ku wan li navenda Wan, navçeya Erdîş û gundan 68 hezar û 222 kon belavkirine. Serokwezîr û wezîrên din di her firsendê de dibêjin “Me ji Wanê re ji hewcehiyê zêdetir kon şandin” Welatiyên erdhejê ji be vê helwesta hikûmetê heviya “dibe ku konek bidin” birîn û gotin: “An hemû kes derewan dikin, an jî konên hatin ji bo kesên din hatine şandin.”
Li gel hemû daxuyaniyên rayedaran hêj li welatiyên taxa Emînpaşayê kon nehatin belavkirin. Piştî welatiyan heviya xwe ji konan birîn dest bi kar kirin. Welatiyên li taxa li ber golê û bi darên fêkî navdar dijîn bi derfetên xwe dar, naylon û branda kirîn û ji bo zivistanê baş derbas bikin dest bi kar kirin. Hemû welatiyên li ber bereqeyê di destê wan de mişar û tewço hene rayedaran direw derdixînin.
Rastî heqaretê hat
Welatiyê bi navê Mehmet Alî Salçuk ê ku di erdhejê de mala wî zirar dît li baxçeyê xwe bereqe çêkir û ji ber di baranê de bereqeya wî dilop dikir dest bi koneke mezintir çêbike kir. Salçuk, diyar kir ku tu hêviya wî ya dê kon bidin tuneye û ji bo kon çêbike branda û xeret kirîn û wiha got: “Ez gelek caran ji bo kon bigirim çûm balafirgehê. Lê her tim digotin me herin rojeke din werin. Herî dawî dema ku ez çûm polîsan heqaret li me kir û bi bombeyên gazê êrîş li gelê li wir kir. Min jî got lenet be û êdî ez neçûm.”
Hezar TL li kon xerc kir
Welatiyê bi navê Tufan Baysal jî diyar kir ku ji ber bereqeya ew bi malbata xwe re têde di ma dilop dikirin dest bi çêkirina koneke din kir. Baysal, anî ziman ku ji bo konê nû çêbike hezar TL. pere xerç kir. Baysal, da zanîn ku di van şertan de hezar TL. ji bo malbata wî gelek e. Baysal, bilêv kir ku pereyê ew ji bo zarokên xwe xerç bike ji kon re xerç kir.
‘Dê mirin zêde bibin’
Welatiyê bi nav Hasan Kipçak jî gazincên xwe bi van gotinan “Pere tuneye, hêz tuneye, torpîl tuneye, Tu bibe Hasan were cihê min rûnê” anîn ziman. Kipçak, rêza welatiyan ya ji bo konan a li balafirgehê û êrîşa polîsan bi bîrxist. Kipçak, anî ziman ku ji ber tirês dest ji kon kişand û bi derfetên xwe kon ji xwe re çêkir. Kipçak, diyar kir ku wan ji bo kon 500 TL pere xerç kir û ew dê heya biharê çi bixin nizane. Kipçak, pêşniyara Serokwezîr a ji bo mexdurên erdhejê ya “Heya tebaxê xwe bigirin” jî bi zimaneke hinekî bersivand û wiha got: “Heye tebaxê yên mirin dê bimirin. Ji xwe heya wê demê jî tu hewcehî bi serokwezîr namîn e.”
DÎHA/WAN