Şervanên jin ên ji netewa Ereb ku dinava refên YPJ’ê de cih digirin diyar kirin ku pêş hatina YPJ’ê wan zilm û zordariyek mezin dîtiye. Şervanan got ku bi tevlîbûna wan a nav refên YPJ’ê re nûda ji dayikbûnê ye ji bo wan û wan jiyana rast dîtin.
Şervanên YPJ’ê ku ji neteweyên cûda pêk tên, mohra xwe li operasyona rizgarkirina Reqa dane. YPJ û YPG beşeke sereke yên hêzên QSD’ê pêktîne. Bi dehan şervanên ji neteweyên weke Ereb, Sûryanî, Tirk û hwd. tevlî nav refên şervanan bûne. Di vê çarçoveyê de 3 şervanên di nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên ji neteweya Ereb ku tevlî operasyona Reqa bûne, hestên xwe vegotin.
Şervana YPJ’ê Nuda Kobanê anî ziman ku ji Minbicê ye û got: “Ez ji bajarê Minbicê hatime Reqayê. Em ji bo rizgarkirina jinan hatine. Ji ber ku herî zêde jinan zilm û zordariyeke mezin ji deste DAIŞ’ê kişandin. Çawa li Minbicê me êş û zilm kişand, birayê min rastî lêdanê hat, mam û pismamekî min ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin serjêkirin, ji bo wê ji her kesî zêdetir ez hest bi êşên gelê Reqa dikim. Niha DAIŞ’ê hêza xweparastinê nema ye. Ber bi şikestinê ve diçe. Min pir dixwest tevlî YPJ’ê bibim. Ez weke jinek Ereb tevlî YPJ’ê bûm. Ez pê serbilind im. Dema ez tevlî bûm ez bi şêweyeke pir germ hatim pêşwazîkirin. Ji bo azadbûnê pêwîst e em tevlî refên YPJ’ê bibin.”
Li ser şopa şehîdan
Şervaneke din a YPJ’ê ya eslê xwe Ereb, Rojîn Qamişlo jî got; “Em ji bo rizgarkirina zarok, jin û ciwanan ji destê çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê ne. Me li Reqayê gelek şehîd dan. Em ji bo dewamkirina rêya şehîdan hatine. Armanca me ya sereke rizgarkirina jinên Reqayê ye.”
Rojîn Qamişlo têkildarî sedema tevlîbûna xwe ya refên YPJ’ê got; “Min pir ji YPJ’ê hez dikir. Min gelek tiştk jî li ser bîhîstine. Ez ji bo rizgarkirina jinên Ereb tevlî YPJ’ê bûm. Jinên Ereb zilm û zordariyeke giran dîtine.”
Dawî li zilmê wê bînin
Şervanek din a YPJ’ê ya Ereb, Dîlan Cebel jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Yek ji sedemên min ên tevlîbûna nav YPJ’ê jî, bidawîkirina zilma li ser jinên Ereb e. Duyem, em naxwazin jin weke mirov rastî zordarî û zextan werin. Jin hem ji aliyê civakê ve rastî zilm, lêdan û zextan tên û hem ji aliyê dewletê ve rastî tên. Belê li vir bi temamî cuda ye.”
ŞEMAL HESEN/ROJNEWS/REQA