
Bêrîtan bal kişad ser pargala KODAR’ê û wiha got: “KODAR pergaleke Konfederalîzma demokratîk a Civakê ye, an go konfederalîzma demokratîk e. Di vê xalê de cudahiya Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji yên din; esasgirtin civakê ye ango KODAR pergal avakirin û pêşxistina konfederalîmza demokratîk e. Di nava pergala KODAR'ê de gel, weke naverok ew civaka li derveyî tebeqeya dewlet û desthilatdariyê maye ye. Gel xwe li her derê birêxistin dike û bêhejmar rêxistinan ava dike û ev rêxistin jî xwe de nava pergala KODAR'ê de xwe bi hev ve girê didin. KODAR tê wateya pergala rêxistinên civakê. Saziyên civakî dikarin di nava KODAR’ê de cih bigirin, xwe ifade bikin, lê ev pergal tenê ji wan pêk nayê.”
Bêrîtan diyar kir kir ku Kongreya Demokratîk wek du peyvên ku divê rast bên fêmkirin hatiye damezirandin û wiha axivî: “Ji van peyvan ‘komelga’, têkiliyên nerm diyar dike, têkîliyên ku însiyatîfê dide her beşê û xwe bi şêwazekî konfederal bi rêxistin dike. Ev cureyê têkîliyê azadiyê di nava xwe de dihewîne. Têkîliyên konfederal di nava xwe de serbixwebûnê dihewîne. Bi têgîna ‘demokrasî’yê jî, mebest ew e ku li derveyî dewletê xwe birêxistin dike. Wexta em behsa demokrasiyê dikin, em herî zêde jî behsa li derveyî dewletbûnê dikin.”
KODAR wekheviyê dawxaz dike
Bêrîtan wiya dirêjî daxaftina xwe: “Tam jî di vê xalê de di konfederalîzma demokratîk de girîngiya hemû beşên civakê (jin, ciwan, ol, etnîsîte… cur be curbûna civakê) heye, hemû bi însiyatîf in, lê yek ji wan jî nikare bi her awayî civakê înşa bike. Ji bo ew beşên bi înîsiyatîf û serbixwe bikaribin civakê înşa bikin, divê bên cem hev. Ji ber em hewl didin civakê xurtir bikin, em hewl nadin civakê parçe bikin. Ji ber ku civakîbûn şert û mercên hebûna mirov e. Beşên civakê di pergala KODAR’ê de li kêleka hev in û bi hev re li ser esasê wekhevî û azadiyê dijîn. Di esas de pergala KODAR’ê dixwaze hemû beşên civakê ku xwe li devreyî desthilatdariyê hiştine, bêne gel hev û ‘wekheviya newekhevan’ ava bikin.”
Rêxistinbûyîn û înîsiyatîfa civakê
Bêrîtan destnîşan kir ku di pergala konfederalîzma demokratîk de jî her beşê civakê, rêxistin bi înîsiyatîf e û wiha axivî: “Her beşa civakê wê hêza xwe ya mêjî, pratîkî bi her awayî derbixe holê. Pêşiya her kesî wê vekirî be. Lê di heman demê de ev beş, parçe bê serobero jî tevnagerin. Ji bo bikaribin civakeke xurt înşa bikin, divê hemû parçe û beş hêza xwe bikin yek û bi feraset û zîhniyeta demokratîk ango demokrasiyê têbikoşin. Di pergala KODAR’ê de eger rêbaza jiyanê demokratîk û fikirîna komunal û wekhev esas nebe, li wir wê komelgey demokratîk jî ava nebe. Ji ber vê pêwîste hemû beşên civakê xwe birêxistin bike û ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad têbikoşin. Ji ber ku sîstema KODAR’ê xwe dispêre xwezaya civakê, xwezaya civakê jî pir reng û pir deng e, divê hemû cudahî xwe di nava vê sîstemê de bikaribin îfade bikin. Ango Komelgay Demokratîk weke netew-dewletê ya yek yekeyê nîn e, ya civakê giştî ye.”
Bedena ruhe civaka demokratîk e
Bêrîtan anî ziman ku civak jî wek hemû hebûnan yekîtiya rengîniyê ye. Dîsa civak jî wek hemû hebûnan di çarçoveya ruh û beden de pêk tê. Ango hebûn hem ruh e, hem jî beden e. Ruhê civakê hevdu temamkirin, bi hevdu re jiyîn û komunbûn e û ev tişt got: “Em di roja me ya îro de ji vê re dibêjin neteweya demokratîk. Ango ruhê civakê têgihîştina neteweyeya demokratîk e.”
Li ser pirsa sedema avakirina saziyeke bi vî rengî çi bû Bêrîtan destnîşan kir ku her ruh mecbûr e li gorî cewherê xwe ji xwe re bedenekî peyda bike. Eger beden ne li gorî ruh be, wê demê ne mumkin e ruh xwe bigihîne armanca xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêbertiyê ji bo wê got, divê bi qasî armanca azadiyê (ruh), amûrên (sazî) wê jî paqij bin. Ji ber vê yekê ye, bi amûrên desthilatdaran (saziyên wan wek dewlet) armancên civakê (ruhê wê, wek hevdu tememkirin, civakîbûn, komunbûn, têkiliyên sîmbiyotîk…) nayên bidestxistin. Va ye, em di wateya fireh de bi Komelgay demokratîk û azad , di wateya teng de jî bi xweseriya demokratîk hewl didin ku bedena li gorî ruh înşa bikin. Ango neteweyeya demokratîk dibe ruh, KODAR jî dibe beden. Di vir de beden mecbûr e, li gorî ruh be. Neteweyeya demokratîk ango ruhe civakê parvekirina zîhniyeta hevpar a ku xwe dispêre xwezaya civakê û pir reng bûyîne esas digire.”
KODAR bi sînoran re mijûl nabe
Bêrîtan diyar kir ku di nava pergala konfederalîzma demokratîk de olên cuda, îdeolojiyên cuda, etnîsîteyên cuda, hindikayiyên cuda bi kurtasî reng û dengên cuda bi her awayî dikarin xwe bi rêxistin bikin û li Kurdistanê konfederalîzma xwe bi xwe ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta herî esasî ji ev e; divê bi nirxên ku civakê dike civak ve girêdayî bin. Divê demokrat bin û meyla wan li ser esasê azadiyê be. Ji van tespîtan ev derdikeve ku sînorê konfederalîzma demokratîk ango KODAR e tune ye. Pergala KODAR’ê bi sînoran re mijûl nabe, sînorên wê tune ne. Ji kîjan olê, etnîsîteyê, kokê, zayendê, rengî… dibe bila bibe, tenê parvekirina zîhniyeta jiyana demokratîk û komunal dinêre. Li ser vî esasî konfederalîzma demokratîk a her kesî ye. Ji bo wê em dibêjin damezrandina KODAR'ê li gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz be.”
ANF/BRUKSEL