Di pêvajoyeke ku li Kurdistan û herêmê pêşketinên girîng diqewimin de, Kongra Gel 9’emîn Civata Giştî pêk anî. Di civata giştî ku 6 rojan berdewam kir de biryarên girîng hatin wergirtin. Ji van biryaran hin jê wiha ne: “Xeta sêyemîn a Rêber Apo ji bo demokrasî û azadiya gelan avakiriye, di vê demê de alternatîfa yekane ya ji bo gelan e. Li ser vê bingehê, gelê Kurd li dijî kapîtalîzma global, hêza pêşeng a demokrasiya global e. Her wiha heta li hemû parçeyên Kurdistanê ewlekariya neteweyî pêk were û azadî mayînde bibe, weke hêzên parastina rewa HPG wê xwe xurtir bike.”

Kongra Gel di navbera 30’ê hezîran û 5’ê tîrmehê de bi beşdariya 162 delegeyên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hatibûn bi şiyara “Avakirina Jiyana Azad û Neteweya Demokratîk” di roja salvegera çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) de 9’emîn Civata Giştî pêk anî. Kongre diyarî yek ji damezrînerên PKK’ê Sakînce Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîj) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) yên li Parîsê hatin qetilkirin, hat kirin. Yek ji mijarên herî zêde di 9. Civata Giştî de li ser hat rawstîn, kêmasî û tengaviyên pêşxistina pergala Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bû. Di encama rexnekirin û rexnedayinê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pergal hîn bi hêz xwe birêxistin bike, navgîna Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hat avakirin. Biryar hat dayîn, ev navgîna Konseya Serokatiya Giştî jî bi Hevserokatiyê bê birêvebirin.

Wê pêvajo bê meşandin

Di civata giştî de biryar hat dayîn li her qada jiyanê, akademî, komun, kooperatîf û meclisên gel ku lingên bingehîn ên sîstema KCK’ê de bên avakirin û li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk de, netewbûna demokratîk û xweseriya demokratîk li nava gel bê avakirin. Ji bo vê jî hin rêzebiryar hatin stendin. Di civata giştî de hat pejirandin ku ligel hewldanên astengkirinê yên AKP’ê jî pêvajoya çareseriya demokratîk dewam bê meşandin.

Kurd pêşengiyê bikin

Di civaka giştî de, şerên navweyî yên di sala 2011’an de li Tûnisê dest pê kir li Misr, Bahreyn, Yemen, Lîbya û herî dawî li Sûriyê deng vedan û veguherîn têkoşîna civakî, encamên wan ên siyasî û civakî, bandora wan a li ser Kurdistan û welatên herêmê hatin nirxandin. Hat ragihandin ku xeta sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo demokrasî û azadiya gelan avakiriye, di vê demê de alternatîfa yekane ya ji bo gelan e. Li ser vê bingehê, gelê Kurd li dijî kapîtalîzma global, hêza pêşeng a demokrasiya global e. Bi taybetî, xeta Kurdên li rojavayê Kurdistanê nîşan daye ku çiqasî rast e û serketina vê xetê baştir hatiye fêmkirin. Şoreşa Rojava wê ji demokratîkbûyîna Sûriye û Rojhilata Navîn re bibe mînak.

Berpirsyar AKP ye

Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de kir û bûyerên piştre qewimîn, yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên li civata giştî bûn. Hat destnîşankirin ku di qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de divê hikûmet û dewlet gav biavêje û hat ragihandin ku di vê mijarê de AKP heta niha tu gav neavêtiye, berovajî qereqolên nû û bendav çêkirine, hejmara cerdevanan zêde kiriye û derfet ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re neafirandiye ku bi derve re têkeve nava têkiliyê. Ev nêzîkatî  fikarên li ser pêvajoyê zêde dikin û ger ji niha û pêve gav ji herdu aliyan ve neyê avêtin, wê pêvajo bixetime û berpisyarê vê jî wê AKP be.

Roja qirkirinê

Civata giştî, pêvajoya “Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk” erê kir û biryar da vê pêvajoyê bibe serkeftinê. Ji bo serketina pêvajoyê weke Rêberî, gel û tevgera wê hemû berpirsyariyên xwe bi cih aniye û hat destnîşankirin ku ligel hemû astengiyên AKP’ê jî wê hewl bidin pêvajoyê bibin serî. Civata giştî ev yek weke nêzîkatiyeke stratejîk pejirand û destnîşan kir ku ligel amadekariyên şer ên hikûmeta AKP’ê ew ji her rewşê re amade ne têbikoşin. Di civata giştî de bal hat kişandin ser helwesta AKP’ê ku di bin navê çareseriyê de zimanê entegrasyonê bi kar tîne û “Plana Şark Islahat” a di sala 1925’an de hat amadekirin weki “Dokûmana Qirkirina Neteweyî” û 15’ê Sibata 1925’an jî weke roja Qirkirina Kurdan hat qebûlkirin. Li dijî asîmîlasyona çandî, ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdî hin rêzebiryar hatin wergirtin.

‘HPG hêza parastinê ye’

Di ivata Giştî de hat ragihandin ku ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn firsendeke dîrokî tê jiyîn û bal kişand ser mezinbûna xeterî û êrîşên li Roajva û her çar aliyên Kurdistanê. Civata giştî da xuyakirin ku ewlekariya gelê Kurd sedema hebûna HPG’ê ye û hat destnîşankirin ku heta li hemû parçeyên Kurdistanê ewlekariya neteweyî pêk were û azadî mayînde bibe, weke hêzên parastina rewa HPG wê xwe xurtir bike û wiha hat gotin: “HPG wê xwe mezin bike û bi sekna xwe ya xurt, pêvajoyê bişopîne û ji bo serketina pêvajoyê xwe ji her rewşê re amade bike.”

‘KCK baweriya gelan e’

Hat ragihandin ku têkoşîna KCK’ê û ya Rêberê wê, ne tenê ya Kurdan e di heman demê de ya hemû gelên bindest, etnîk û baweriyên nikarin xwe îfade bike ye û wiha berdewam kir: “Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevgera azadiyê ya hemû bindestan e. Di heman demê de tevgera suryaniyan, ermeniyan e. Êzidiyên ku mîrateya me ya dîrokê ye, ji xwe parçeyekî girîng ê tevgerê ye. Eleqeya Rêber Apo ya ji bo êzidiyan zêde ye. Ji bo baweriya wan bi awayekî azad bijî, gelekî hesas e. Em bang li suryaniyan, ermeniyan, cihûyan û ruman dikin ku ligel têkoşîna azadiyê cihê xwe bigirin. Kurdistan ji xwe welatê hevpar ên civakên olî û etnîkî yên ermenî, suryanî, ereb, Tirkmen û gelekî din e. Kurdistan navê hevpar ê neteweya demokratîk a hemû civakan e. Li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê, em bang li herkesî dikin ku bi biratî bijîn û di nava têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin.”
Piştî pêvajoya gotûbêjan a 6 rojan, li ser navê rêveberiya nû Cemîl Bayik axaftina girtinê kir û axaftina wî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” li ser lingan hat pêşwazîkrin. Civata Giştî, piştî axaftinan bi govenda delegeyan bi dawî bû.

Hevserokên KCK’ê Bayik û Hozat e


Di 9’emîn Civata Giştî ya Kongra-Gel de di pergala KCK’ê de guhertin çêbûn û hevserok hatin guhertin. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat, ji bo Hevserokatiya Kongra-Gel jî Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.
Di civata giştî de pergala KCK’ê ji nû ve hat destgirtin û 2 organên nû yên ji Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û Hevserokatiyê pêk tê, hatin avakirin. Di civata giştî de ku biryarên dîrokê têde hatin girtin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bi dengdanê ji bo Serokatiya Giştî ya KCK’ê hat hilbijartin. Ji Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê re Cemîl Bayik û Besê Hozat û çar alîkarên ku ji du jin û mêran pêk tê jî bi hilbijartinan hatin diyarkirin. Ji bo Hevserokatiya Kongra Gel Hacer Zagros û  Remzî Kartal hatin hilbijartin.

Hêza pêşeng: Şoreşa Rojava

Yek ji biryarên girîng ên di Civata Giştî de hatin wergirtin, di her şert û mercî de destekkirina xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê ye. Hat destnîşankirin ku bi vê yekê re wê şoreşa Rojava bibe hêza pêşeng ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê û Rojhilata Navîn.



AHMED ÇÎMEN/ANF/BEHDÎNAN