Pergala ku hêzên baladest ên gerdûnî li Rojhilata Navîn ava kiriye, ne li gorî merc û pêdiviyên gelan, lê belê li gorî daxwaz û berjewendiyên van hêzan hatiye avakirin. Piraniya dewletên ku îro li vê herêmê hene, di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de ava bûne. Berî wê li herêmê çend împaratoriyên mezin û di bin per û baskên wan de jî bi dehan desthilatiyên herêmî û mîrnişîn hebûn.
Di navbera împaratorî û desthilatiyên de qayişkêşanek hebû, dewleta navendî her tim dixwest desthelatiya xwe li ser her devera herêmê zal bike û desthilatiyên herêmî qels bike, hêzên herêmî jî yên hêz û şiyan dixwestin bibin dewletên serbixwe. Her wiha di navbera hikumetên hêzên herêmî bi xwe de rikeberiyek hebû. Di wê serdemê de raman û îdeolojiya serwer ramana dînî û ayînî bû. Ji ber vê yekê qewm û kom li gorî bîr û baweriya xwe ya ayînî ji hev cuda dibin. Peyva “milet” jî li gorî bîr û baweriya olî wate girtibû. Bo nimûne hemû kom û qewm misilman girêdayî otorîteya xelîfeyê îslamê bûn.
Piştre ew împaratoriyên mezin qels û lawaz bûn, ew bi xwe ketin bin bandora welatên mezin ên Rojavayî. Ew welat demekê hêzên herêma xwe tenê bûn, piştre bûn hêzên gerdûnî. Wan dest avêt vê herêmê jî. Bi hatina wan re hinek bîr û bîrdozî jî ketin herêmê. Ligel bîr û baweriyên olî, bîr û baweriya qewmî jî derket pêş. Vê bîr û baweriyê hêdî hêdî rengê netewegeriyê wergirt. Her çiqas li holê tu neteweyên modern tunebin jî, hizr û ramana neteweyî kete herêmê. Berê li Rojhilata Navîn di asta îdeolojîk de bi tenê nakokiya olî hebû, bi hatina hêzên rojavayî re ramana qewmî bi navê netewegeriyê cihê xwe xweş kir û nakokî û dubendiya qewmî jî cihê li herêmê çêkir. Jixwe baweriya olî piştî demekê bingeha xwe ya felsefî û civakî winda kiribû bi gelemperî bûbû ramaneke dogmatîk, bi hatina ramana netewegeriya bêbingeh re netewegeriya dogmatîk jî li herêmê geş bû.
Hêzên serwer ên gerdûnî pergala xwe li ser van nakokiyan ava kir. Wan nedixwest tu caran gelên herêmê karibin çarenûsa xwe bi destên xwe diyar bikin û pergaleke li gorî daxwaz û pêdiviyên xwe ava bikin. Lewre herêm ji aliyê dewlemendiyên binerdî û sererdî û ji aliyê stratejîk ve pir girîng bû. Ji wan re hinek desthilatiyên noker pêwîst bûn, her wiha diviya her tim li herêmê rikeberî û serêşî hebûna da ku tu hêz nikaribe li hemberî wan serê xwe rake. Ji ber vê yekê heta ji wan hat, wan destûr neda ku li welatekî piranî bibe desthilatdar. Bo nimûne, li Iraqê ji aliyê bîr û baweriyê ve Erebên şîa piranî ne, lê heta vê dema dawîn, desthilatî di destên Erebên sunî de bû. Li Sûriyeyê berevajî ye; Erebên sunî piranî ne, lê desthilatî di destê Erebên nusayrî de ye. Îran û Tirkiye ji ber ku dûvajoyên împaratoriyên mezin bûn heta radeyekê wan karibû desthilatiya xwe biparêze, lê ramana netewesaziya qewmî û olî ya ku yekrengiyê li ser civakê ferz dike, kir bû ew her du dewlet jî noqî nav nakokî û berberiyan bibin. Li vê herêmê di serî de Kurd, hinek komên neteweyî û olî ji bo ku her tim bibin jêderka serêşî û raperînan bi taybetî bêyî statû hatin hiştin.
Di encamê de pergaleke wisa hate amadekirin ku gelan ji ber nakokî û nexweşiyan tu caran nekarî serê xwe berz û bilind bikin. Li herêmê her tim hêzên noker bûn desthilatdar, ji ber ramana dogmatîk a olî û qewmî şer û pevçûn li herêmê kêm nebûn. Gelên herêmê tu caran derfetên jiyaneke azad û bextewar bi dest nexistin.
Îro jî ev rewş didome, gelên herêmê dîsa di destê hêzên sermayedar ên gerdûnî de dibin pêlîstok. Li aliyekî hêzên statûkoparêz û li aliyê din hêzên ku di bin baskên dagirkeran doza azadiyê dikin. Îro tevgera azadiya gelê Kurd, digel hinek komên demokratîk dixwaze vê çarenûsê biguhêre. Li Sûriyeyê bereya ku PYD pêşengiya wê dike û li Tirkiyeyê jî Kongreya Demokratîk a Gelan ji bo vê yekê xebatê dikin. Lê hem hêzên statûkoparêz ên herêmê, hem jî hêzên gerdûn û hevalbendên wan naxwazin derfetê bidin vê yekê. Êdî li herêmê sê bere hene; statûkoparêz, noker û azadîxwaz. Divê têkoşîna hemû mirovên azadîxwaz ji bo pêkhatin û geşbûna bereya azadîxwaz be.
Pergala li Rojhilata Navîn