Sala nû ya hîndekarî û perwerdehiyê bi pergala 4+4+4 tê dest pê kir. Hikûmeta AKP’ê ji nişka ve hinekî bi darê zorê ev pergal li ser civakê ferz kir. Li gorî vê pergalê, zarokên dê piştî ku bûn 66 mehî divê dest bi dibistanê bikin. Wezîrê Perwerdehiyê Omer Dînçer got: “Em dixwazin bi vê pergalê Tirkî hînî zarokan bikin.” Wan li Kurdistanê bi sedan baxçeyê zarokan vekirin qey têrê nekiriye, lewma jî radibin pergaleke wiha li ser civakê ferz dikin.  Bi vê gotinê  ji bo Kurdan armanca vê pergalê diyar kir. Ew dixwazin zarokên Kurdan bipişêvin.
Gelo ji bo zarokên Tirkan armanca dasepandin vê pergalê çi ye? Ji bo zarokên Tirkan jî armanc berê ji hêla Serokwezîr Erdogan ve hatibû gotin: “Em dixwazin nifşên dîndar û kîndar bigihînin.”  Li gorî vê pergalê zarokên dê piştî 4 salan karibin dev ji dibistanê berdin, beşek ji wan jî dê karibin biçin dibistanên pîşeyî. Beşek ji van zarokan piştî neh saliya xwe dê li dibistanên pîşeyî bibin şagirt. Zarokên keç jî dê piştî çar salan bên zewicandin. Çawa be li gorî îslamê piştî ku keçek bû neh salî, malbat dikare bide mêr.
Ji bo gihandina nifşên “dîndar” jî gelek dibistanên heyî veguherînin dibistanên îmam-xetîban.  Ew jî têrê nake pê re jî li dibistanan dersên vebijêrkî vedikin. Di van dersan de dê Qur’an û jiyana pêxember û tiştên bi vî rengî bên fêrkirin. AKP û hevalbendên wê di vî warî de pir bi konetî tevdigerin. Ji bo ku dengê Kurdan bibirin, Kurdî jî xistin nav dersên vebijêrkî. Bi vî awayî dixwazin bi tîrekê du nîşanan hildin; hem dijberiya Kurdan li dijî vê pergalê kêm bikin, hem jî daxwaza ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê  heta demeke nediyar taloq bikin.
Li hemberî vê yekê em Kurd çi dikin? Em tiştekî nakin. Em reda dibistan dikin. Pêşiyên me gotiye, “Kevirê giran ne elemeta avêtinê ye.” Em jî wisa dikin, ne kevir û kuçekî belkî latekî didin ser pişta xwe, qaşo em ê bavêjin. Encama pratîk çi ye? Ne tiştek e, bi tenê gotineke qelew e. Amadekariya me çi ye ji bo pêkanîna vî tiştî? Hîç! Ez pirseke din bikim, gelo dê mamosteyên me dîsa neçin dibistanê, dê dev ji mamostetiyê berdin? Na! Nexwe em çima xwe û gelê xwe dixapînin?!
Çalakiya ku li gorî ruhê demê be, kes nikare rê li ber bigire, bi tank û topan nayê astengkirin. Bala xwe bidin çalakiya nimêja înê ya sivîl, digel ev qas girtin û astengiyan jî bi awayekî didome. Çalakiya ku ne li gorî daxwaza gel û ruhê demê be, tu hêz û quwet nikare bi gel bide kirin.  Çalakiya redkirina dibistanan jî heta ku dibistanên alternatîf, pergala perwerdehiyê ya alternatîf pêk neyê, bi ser nakeve. Di warê perwerdehiya alternatîf de jî tu xebat nîn e.
Li cîhanê her tim hêzên dijber xwe di nav pergala heyî de birêxistin dikin, ne li derveyî wê. Kurd jî dikarin îro xwe di nav pergala heyî de birêxistin bikin. Bi hezaran mamosteyên welatparêz nîşana vê yekê ne. Bes divê mamosteyên me nasnameya xwe ya neteweyî li derveyî dibistanê nehêlin, di nav dibistanê de jî li nasnameya xwe xwedî derkevin û zarokan bi vê hişmendiyê perwerde bikin. Mercên heyî derfetê didin vê yekê. Bi taybetî jî dersa vebijêrkî ya Kurdî derfeteke baş e ji bo vê yekê. Lê em bi kar naynin. Heta niha çend mamoste ji ber ku zarok bi hişmendiya Kurdayetiyê gihandin ji karê xwe bûne? Qet! Gelek hevalên me yên nivîskar bi xwe mamoste ne, lê çendan ji wan pirtûkên xwe bi şagirtên xwe dane xwendin. Hejmara wan pir kêm e, belkî qet tunebe. Heta ku ev helwest neguhere, di pergala perwerdehiyê tiştek naguhere.