DANA OMER

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Pirsgirêka perwerdeyê yek ji pirsgirêkên sereke yê Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber negirtine meaş hema bêje sîstema perwerdeya giştî ya girêdayî hikûmetê îsal kar nekir û ji demsala perwerdeyê beşeke zêde lewaz û ne rêk û pêk birêve çû. Êdî hem mamoste hem jî xwendekar ji ber vê sîstema lewaz a perwerdeyê baweriya xwe bi perwerdeya giştî nayênin û li dewsa wê perwerde yanjî qursên taybet tercîh dikin. Ev jî dibe sedem ku perwerde her biçe bibe bi pere. Heman mamosteyê ku di dibistanan de ders didin bêyî ku girîngiyekê bidin perwerdê û hemû agahiyan bide xwendekaran bi vekirina dewreyên cûda yên perwerdeya bi pere van agahiyan parve dike.Lewre weke qadeke sermayeyê bikar tîne. Pere dikeve şûna wê ku civakeke bi perwerde, zana û çanda xwe baş hedef bike. Di vir de hedef sûda zêde ye.

Helbet xwendekar û malbatên xwendekaran vê yekê ferq nakin. Ji ber sûdeke baş ji perwerdeya giştî nagirin zarokên xwe dişînin van dewreyên havînê.

Malbat neçar in

Xwendekarên ku nikarin sûdê ji perwerdeya giştî bibînin ji bo di dibistanê de nemînin û pileyeke baş bigirin xwe li van dewreyan de qeyd dikin. Zarok her wiha xwendekarên havînê nêzî 3 saetan di van dewreyên taybet de perwerdeyê dibînin.

Rêveberê Peymangeheke havînan Omêd Sadiq diyar kir ku ew havînan li gel dersên ku xwendekar zivistanê dibinînin dersên Ingilîzî û Erebî jî lê zêde dikin û didin. Her wiha dibêje, dersên wezîş, melevaniyê jî lê zêde dikin.