
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li gundê Caber Xerbî yê ku 28`ê Kanûnê 2016`an ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin, kampeke perwerdê ya çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Çeteyên DAIŞ`ê ji bo xwe ji balafiran biparêzin û ciyê wan ê perwerde neyê naskirin, kampa xwe ya perwerde di nava daristanan de çêkirine. Di kampê de 30 kon vedane.
Li gorî belgeyên ku ketine destê şervanan de çeteyên perwerde dîtine temenê wan di navbera 15-30 salî ye. Her wiha ji belegeyan hat fêmkirin ku serçeteyê kampa perwerde birêvedibir û çete perwerde digirin ji Tirkiyê ye.
REQA