Jinên Minbicê yên ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, kêfxweşiya xwe anîn ziman û bang li hemû jinan kirin ku tevlî dewreyên perwerdeyê bibin.

Roj bi roj hejmara jinên Minbicê yên ku beşdarî dewreyên perwerdeyên bîrdozî dibin zêde dibe. Dewreya yekemîn, 15 jin tevlî bûn û dewreya duyemîn a Şehîd Botan Tirkmen 20 jin ji hemû pêkhatyên Minbicê tevlî bûn.

Jinên ku li Akademiya Şehîd Ismaîl Ebû Hesen beşdarî dewreya Şehîd Botan Tirkmen bûne, der barê perwerdeyê de kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Jina bi navê Lema kêfxweşiya xwe bi dîtina perwerdeyê anî ziman û bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên perwerdeyê bibin.

Ji jinan Îman Mûsa jî piştî ku tevlî perwerdeyê bû ramanên wê hatine guhertin û wiha axivî: ″Divê em ji sînorên malê derkevin û di hemû aliyên jiyanê de bibin xwedî zanebûn.″ Îman diyar kir ku hejmara jinên tevlî perwerdeyê dibin zêde dibe û got, ″Piştî ku ez tevlî perwerdeyê bûm min bawerî bi kesayeta xwe anî.″

Sureya Ishaq sedema tevlîbûna xwe ya perwerdeyê wiha vegot: “Ez dixwazim kesayeta xwe bi pêş bixînim û rêbaza çareserkirina pirsgirêkên civakê bidim guhertin.″ 


 MINBIC