2’yemîn Dewreya Mûzîkê ya ku bi dirûşma “Çand û huner nasnameya gelan e” li Peymangeha Çand û Huner a Arya ku li navenda TEV–Çandê ya navçeya Cindirêsa Herêma Efrînê destpêkirî, bi şahiyekê bi dawî bû.

Şahiya ku ji bo bidawîkirina dewreya 36 kesî, bi başdarbûna hemû deste û saziyên Rêveberiya Xweser her wiha bi beşdarbûna endamên peymangehên Navçeya Cindirêsê û Herêma Efrînê pêk hat.

Şahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Paşê sînevizyoneke Peymangeha Arya hat pêşandan. Paşê li ser navê Rêveberiya TEV-Çandê Şêrez Hemo axivî. Şêrez, ked û xebata Peymangeha Arya li tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Şêrez di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew hêvîdar e her kes bi muzîkê elaqedar bibe û got, “Em bi hêvî ne ku hemû Peymangeh û her kes bi muzîkê elaqedar be. Çand û Huner bi berxwedana li dijî her cure zehmetiyan xwe gihand vê asta ku îro gihiştiyê.”

Li ser navê Rêveberiya Peymangeha Arya, Azad Reşo jî wiha axivî û got, “Li Derdora Herêma Efrînê şer e, lê di nav şer de jî em çandekê ava dikin û diparêzin. Ev jî nîşan dide ku gelê Kurd gelekî fedekar e û dikare xwe bigihîne azadiya xwe. Kurd di hemû şert û mercan de hewl didin ku zarokên wan di bin badora şerê taybet de nemînin û ji ber wê jî jiyaneke nû bi mûzîkê diafirînin.”

Piştî axaftinan xwendekar derketin ser dikê û bi komên xwe yên muzîkê, stran pêşkêş kirin. Di dawiyê de 8 xwendekar wekî yên herî serketî û yên din jî bi tevahî hatin xelatkirin. 


 ŞÛJIN/EFRÎN