AMARA CÛDÎ/CÎHAD ROJ
ANHA/QAMIŞLO
Mûdiriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Dêrikê ya Rêveberiya Xweser ji bo mamosteyan dewreyên perwerdeyê vekirin. Mamoste dê bi rêya van dewreyan perwerde li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî bibînin.
Li Herêma Cizîrê 21 hezar mamoste li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî perwerdê dibînin. Ev perwerde ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ve hatiye birêxistinkirin.
Mûdiriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Dêrikê jî dest bi dewreyên perwerdê yên mamosteyan kiriye û niha hezar û 93 mamoste li ser meteryalên perwerde yên nû perwerde dibînin. Piştî ku dewreyên perwerdê bi dawî bibin dê mamoste li ser dibistanên herêma Dêrik, Koçeran û Beravê werin belav kirin.
Meteryalên Rêveberiya Xweser
Li herêma Cizîrê li hemû dibistanên seretayî heyanî dibistana amadeyî pola 11`emîn dê şagirt merteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên nû bixwînin. Hemû pêkhate dê meteryalê nû bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin. Meteryalên pola 12`emîn a dibistanên amadehî hîna nehatine amade kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dema ku dest bi xebatên meteryalên amadekirina meteryalên nû kir ji dibistana seretayî dest pê kir, par jî meteryalên dibistana navîn hatin amadekirin û îsal jî meteryalên dibistana amadehî heyanî pola 12`emîn hatine amadekirin. Ji bo sala nû ya xwendinê meteryal heyanî refa 11`emîn hatine amadekirin û ji bo refa 12`emîn jî Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Menal Mihemed da zanîn ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê niha amadekarî dike ku Zanîngeha Rojava fereh bike, her wiha şaxên wê zêde bike û avahiyên nû lê bikin. Da ku şagirtên pola 12`emîn jî dest bi xwendina meteryalên nû yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin.
Mamoste têne perwerdekirin
Di meteryalên nû de madeyên zanist û wêje hatine amadekirin, niha mamoste jî li ser madeyên meteryalên nû weke dîrok, erdnîgarî, bîrkarî, fîzya û kîmya, zimanê Erebî, zimanê Kurdî û Ingilîzî, mûzîk, resim û werzîşê têne perwerde kirin.
Rêveberiya Xweser pirtûka netew û ol ji meteryalê nû rakiriye û şûna wê li ser meteryalên dibistana seretayî madeya `islûb û rêbazên perwerdekirinê` zêdekiriye û madeyên `çand û exlaq, zanista civakî, islûb û rêbazên perwerdekirinê, zimanê gerdûnê û jineolojî’ li ser meteryalên dibistana navîn û amadehî hatine zêdekirin. Her wiha tê nîqaşkirin ku şûna madeya ol madeyekî bi navê `dîroka ol û baweriyên gelan` were zêdekirin.
Her pêkhate dê bi zimanê xwe bixwîne
Li Bakurê Sûriyê û Rojava zimanê Suryanî, Kurdî û Erebî zimanên fermî ne ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser meteryalê nû bi her sê zimanan amade kirine.
Niha mamoste li ser meteryalên bi zimanê Kurdî û Erebî têne perwerde kirin û amadekarî tê kirin ku mamoste li ser meteryalên zimanê Suryanî jî werin perwerdekirin. Ji bo meteryalên zimanê Suryanî navendên taybet hene dê Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Komeleya Çandî ya Suryanî van navendan organîze bikin.
Perwerde du meh in
Li gorî bernameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê mamoste demsala havînê du mehan perwerdê li ser hevdû bibînin da ku bikarbin meteryalên nû bidin şagirtan. Her wiha Rêveberiya Xweser mamosteyên ku meteryalên rejîmê didan pêşwazî dike. Rêveberiya Xweser dê wan mamosteyan di ezmûnan re derbas bike û mamosteyên dikarin perwerde bidin qebûlbike.
Binketin di dibistana seretayî de nîne
Li gorî sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser di pêvajoya seretayî de asta şagirt çi qasî xerab be ew di pola xwe dubare neke û dê pola xwe derbas bike. Rêvebera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Menal Mihemed Emîn anî ziman ku eger şagirt di dibistana seretayî de têkbiçe ewê bandoreke neyînî li ser piskolojiya wî bike û wiha berdewam kir:˝ Di pêvajoya dibistana seretayî de em şagirt ji hemû aliyan ve perwerde dikin û hedefa me avakirina kesayeta şagirtan e.˝
`Ji meteryalên rejîm baştir e`
Têkildarî meteryalê xwendinê mamoste Mihemed Qedrî got:˝ Meteryalê Rêveberiya Xweser ji yê rejîmê baştir in. Lê belê hîna pêdiviya me heye ku em hîn zêdetir li ser van xwe perwerde bikin. Tecrûbeya me ya meteryalan hîna nû ye û divê em hîn zêdetir di karê xwe de pispor bin.˝