
Li Kobanê, di çarçoveya ji nû ve avakirinê de, pergala perwerdeyê jî hate nûkirin. Di sala nû ya perwerdeyê de wê ji pola 1’an heta 6’an hemû ders bi zimanê Kurdî bên dayîn û ji bo wê materyal û mamoste tên amadekirin.
Di 15’ê Hezîrana 2015’an de kongreyeke perwerdehiyê li kantona Cizîrê hat li darxistin û ji her sê Kantonan delege di kongreyê de amadebûn. Di kongreyê de li ser rewşa perwerdehiya sala 2015-2016 nîqaş hatin kririn û di encamê de li gorî rewşa her kantonek hin biryarên li ser rewşa perwerdehiyê hatin girtin.
Heta pola 6’a bi Kurdî
Ji wan biryarên ku di kongreyê de hatin girtin jî ku li herêma Kobanê ji pola 1’ê heta pola 6’an hemû materyalên perwerdehiyê yên bingehîn bi zimanê Kurdî be û 1000 mamoste li kantona Kobanê ji bo perwerdeya sala were amadekirin.
Di derbarê rewşa perwerdehiya sala nû a li Kantona Kobanê, Cîgira Desteya Perwedehiyê Rîhab Elî diyar kir ku zêdetir niha xebatên wan li ser amadekirina mamosteyan e û got: “ Îsal wê li herêma Kobanê ji û pola 1’ê heta pola 6’an materyalên bingehîn yê dersan bi zimanê Kurdî be ji bo wê em mamosteyan li ser materyalên perwerdehiyê yên nû hatine çapkirin, amade dikin.”
Heta niha 7 dibistan ji bo sala nû ya perwedehiyê re hatine amadekirin. Meteryalên ku wê îsal di dibistanan de weke ders bên dayîn evin; Bîrkarî (Matematîk), Zanistî, Zimanê Kurdî, Jiyan û Hawirdor, Wênesazî û Muzîk, ev dersan wê pola 3’an de werin dayîn.
Piştî pola 4’an Erebî, Fransî û Îngîlîzî
Di pola 4’an de wê zimanê Erebî jî weke madeyekê li ser meteryalan bê zêdekirin. Di refa 6’an de jî vê zimanê Fransî û Îngîlîzî li ser meteryalê ders zêde bibin. Ev sîstem tenê ji bo sala 2015-2016’an hatiye amadekirin, lê di demên pêş de wê hin guhertinên nû li gorî rewşê bêne çêkirin.
Bi awayekî fermî dibistan ên li herêma Kobanê dê di 1’ê Cotmehê de bên vekirin. Her wiha li gundan jî wê dibistan li gorî rewşa heyî werin vekirin.
Li ser sîstema perwerdehiyê a ji şagirtên di asta Navîn û Amadehiyê de jî Elî ev agahî dan û got: “Ji bo şagirtên ku di asta navîn û amadehiyê de jî dê dibistan werin vekirin û li gorî materyalên Rêjîmê werin perwerde kirin, ji ber ku hîna materyalên nû ji bo wan nehatine amadekirin.”
Peymangeha mamosteyên Kurdî
Peymangeha Amadekirina Mamosteyên Kurdî ku di 1’ê Hezîrana 2015’an de ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî û Desteya Perwerdehiyê ya herêma Kobanê bi armanca avakirina mamosteyên zimanê dayîkê hat damezirandin. Ji bo ku xwendekar bikaribin di peymangehê de bixwînin divê herî kêm 18 salî be an jî heya refê nehan dibistan xwendibe.
Di peymangehê de her sê astên ziman Kurdî yên Hînker, Rêzimana Kurdî, Wêje, Rastnivîs, Bîrkarî (Matematîk), Biyolojî, Zimanê Erebî, Înglîzî, Erdnigarî û herî dawiyê jî li gorî ku rêveberên peymangehê gotin ku dê madeya Dîroka Kurdistan û Felsefe jî di demên pêş de werin zêdekirin.
Di destpêka vekirina peymanêgehê de biryar hatibû girtin her dewreya peymangehê 2 salan berdewam bike, lê ji ber ku Kobanê di rewşeke awarte re derbas dibe û pêwistî bi mamostan heye, bernameya peymangehê li gorî 6 mehan hat amadekirin. Piştî 6 mehan her şagirtek yê peymangehê di ezmûnekî re derbas bibin.
Akademiya Viyan Amara a Lêkolîn û Perwerdê
Di qonaxa yekemîn de mamosteyên ku ji peyîmangehê derkevin li dibistanan dersan nadin, lê belê di qonaxa duyemîn de wê li dibistanên seretayî perwerdê bidin. Di peymangehê de girîngî pir didin ser avakirina kesayetên mamostayan ku çawa bi zarokan re bidin û bistînin û zarokan perwerde bikin.
Akademiya Viyan Amara ku di 19’ê Çileya 2012’an de hat avakirin, pêncemîn dewreya perwerdê di 5’ê Hezîrana 2015‘an hatiye vekirin û navê dewreyê şehîd Perwîn hatiye bi nav kirin. Di akademiyê de perwerde di bin nêzî 50 kesî ye.
Di Akademiyê de destpêkê 15 rojan perwerde li ser waneyên îdeolojîk dibînin û piştre li ser kurahiya zimanê Kurdî perwerde dibin. Her wiha akademî waneyên rêziman, xweş xwendin û nivîsandin û dariştin dihundirîne. Di dawiyê de jî 10 rojan li ser meteryalên ku hatine amadekirin perwerdê dibînin di akademiyê de jî girîngî didin ser avakirina kesayetên mamostan.
Saziya Zimanê Kurdî
Saziya Zimanê Kurdî ji destpêka rizgarkirina Kantona Kobanê ve û heta roja îro bi awayekî aktîv di nava liv û tevgerê de rojane bi dehan xwendekar perwerde dibin. Mamosteyên ku di îro di peymangeh û Akademiyê de cih digirin bingeha xwe ji saziya ziman girtine.
Di Saziya Ziman de niha ji bo sala nû ya perwerdê nêzî 16 komên asta yekemîn, 4 komên jî asta duyemîn û komek jî asta sêyemîn tên dayîn. Her wiha li gundan jî ji bo sala nû amadekarî tên kirin û li xeta rojhilat Kobanê jî li 10 gundan dibistan hatine vekirin.