Rêxistina Çand û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî UNESCO, 21'ê Sibatê wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê êdî vegeriya ye roja serhildan û daxwaza neteweye û civakên cîhanê. Li gorî daneyên UNESCO'yê di cîhanê de 6 hezar ziman tên axaftin. Di nava 6 hezar zimanan de tenê 300 ziman fermî ne. Li gorî zimanzan, dîroknasan, ji ber sedemên civakî, aborî, siyasî û çandî bi sedan ziman winda bûn û bi sedan ziman li hemberî windabûnê ne. Li Tirkiyeyê jî ji bilî Tirkî 34 ziman tên axaftin. Lê di nava 35 zimanan de tenê Tirkî fermî ye. Di nava 35 zimanan de jê 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rûne. Di salên dawî de zimanên yunaniya Ubihçî û Kapadokyayî di nava van zimanên li ber windahiyê dene. Dîsa Hemşînî jî ji aliyê UNESCO' ve di nava zimanê pêşeroja wan talûke de cih girt. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî ku li ser zimanê zikmakî lêkolîn kirin, di 21'ê Sibatê de dîsa derdikevin kolanan û dixwazin zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî û fermî.

'Perwerdehiya zimanê zikmakî maf e'
Zimanzana Lazurî ku zimanê xwe di dibistana Lazûri de fêr bû pêş xist Pinar Bayraktar, anî ziman ku pir kêfxweş e ku di nava xebatên zimanê Lazûrî de cih diger. Bayraktar, anî ziman ku talûkeya herî mezin a li pêş zimanê wan, di pêşerojê de polîtîkayên ku ewlehiya zimanê wan biparêze tune ye. Bayraktar, anî ziman ku ji bo ziman bê parastin pêdivî ji çavkaniyên nivîskî jî heye û ji bo vê yekê koma xebatên zimanê Lazikî ava kirine û xebatê dimeşînin. Bayraktar, destnîşan ker ku perwerdehiya zimanê zikmakî mafê mirovan ê bingehîn e.

'Ji bo Kurdan tiştekî hatiye guhertin tune'
Serokê Enstîtuya Kurdî Zana Farqînî, helwesta hikûmetê ya li hemberî zimanê zikmakî rexne kir û wiha got: "Hikûmet behsa demokrasiya pêşketî û pîvanên gerdûnî yên Yekîtiya Ewropayê dike. Lê di aliyê parastina mafan de tu gav neavêtiye. Hêj Kurdî qedexe ye û ji bo Kurdî statuyek nehatiye dayîn. Ji ber ku statuya Kurdî bi fermî tune nayê nasîn û qebûl kirin. Hêj alfebeya Kurdî qedexe ye. Hêj dadgeh parastina Kurdî qebûl nakin. Hêj girtîgeh nameyên Kurdî qebûl nakin. Hêz di qada fermî de Kurdî nayê qebûl kirin û zextên li ser Kurdî zêde ye. Ev helwesta hikûmetê ya li hemberî zimanê zikmakî ne wîjdan û ne jî mirovahî qebûl dikin."

'Divê em xwe li zimanê xwe xwedî derkevin'
Farqînî xwest her kes bi xwe li zimanê xwe yê zimanê zikmakî xwedî derkeve û ji tu kesên din parastina zimanê xwe neke. Farqînî, destnîşan kir ku her çend hêviyê civakê ji makeqanûna nû tune bin jî divê zimanên zikmakî ji aliyê makeqanûna nû ve bê parastin û ewlehiya wan bê stendin.

'Divê arşîva zimanê zikmakî bê kirin'

Endamê komeleya Jiyandin û Lêkolîna Çanda Hemşînî (HADÎG) Mustafa Uzunkaya jî anî ziman ku wî piştî dibistana navîn zimanê Hemşînî fêr bûye. Uzunkaya, bilêv kir ku bi tirsa ku dê zarok bi Tirkî neaxivin zimanê Hemşinî hatiye qedexekirin û wiha axivî: "Piştî ku ez fêrî zimanê xwe bûm û min zimanê xwe keşif kir min li ser zimanê zikmakî dest bi lêkolînê kir. Me ji bo zimanên ku li ber windahiyê ne HADÎG ava kir. Ji bo em karibin zimanê xwe biaxivin û biparêzin divê berî her tiştî belge û daneyên nivîskî hebin. Divê arşîv hebin. Ji bo em aribin zimanê xwe fêrî pêşerojê bikin divê pirtûkên wane û arşîv hebe. Ji ber ku çiqas ziman bê parastin çand jî tê parastin. Çiqas çand bê parastin ziman jî tê parastin. Ji ber vê yekê em dê arşîva zimanê zikmakî ava bikin."
Endamê Lijneya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Fehmî Akgun jî bal kişand ser pirsgirêkên zimanê Adigece û wiha axivî: "Ez nikarim bêjim li ser zimanê Adigece zext hene. Ji ber ku ev ziman nayê dîtin. Ji ber ku wî nahesibînin û nabînin zextan jî li ser çênakin. Ji ber vê yekê divê beri her tiştî ev ziman bê dîtin û hesibandin.

Pirsgireka zimanê zikmakî polîtîk e'

Endanê Lijneya Rêveberiya Navenda Çanda Gurcuyan Fazli Kaya, jî bal kişand ser pirsgirêk û giringiya ziman û wiha axivî: "Pirsgirêka zimanê zikmakî pirsgirêkek polîtîk e. Ji ber feraseta bîrdoziya fermî mafê parastin, perwerdehi û axaftina zimanên zikmakî tên astengkirin. Ji ber vê yekê divê zimanê zikmakî ji aliyê makeqanûnan ve bê parastin û mîsogerkirin. Li gel înkara 80 salan gurcî zimanê xwe diparêzin û lê xwedî derdikevin.

EVRİM KEPENEK - DÎHA/STENBOL