
Piştî axaftinê perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji bo jinan hatibû nivîsandin hate xwendin. Delegeyan bi çepik û dirûşmeya „Bijî Serok Apo“ bersiv da perspektîfê Ocalan. Piştî perspektîfên Ocalan, Peyama PAJK’ê ya ku ji bo komcivînê şandibû hate xwendin. Piştî peyama PAJK’ê rapora xebatên mamosteyan ya 2 salan hate xwendin û nirxandin. Mamosteyên jin bi berfirehî li ser pergala perwerdê rawestiyan û nirxandinên gelek Kurd di komcivînê de hatin kirin.
Di komcivînê de hate diyarkirin ku erkên mamosteyên jin di dibistanan de çî ye, divê jin rêbazê perwerdeyek çawa esas wergire, şagirtan re çawa mijûlbin, çawa bibin bersiva şagirtên xwe, pirsgirêkên wan çawa çareser bikin û keçên ciwan re çawa bibin alîkar? Dîsa weke mamosteyên jin zehmetiyên ku mamoste dikişînin çine anîn ziman û ji bo ku ev zehmetî bêne çareserkirin biryara têkoşînek hevpar hat dayîn. Hemû mamosteyan ev mijar nirxandin û heman demê de rexnedayînê xwe dan.
Rêgezên sereke
Di encama komcivînê de ev rêgezêz sereke hatin diyarkirin û biryar hatin girtin:
1-Li hemberi zihnyeta civaka xwe dispêre deshilatiya zilam ya ku çavkaniya xwe ji paşverutiyên olî û feodalî yên wekî (berdêl, di temenê biçuk de pevjin kirin, girtina qelan) digre û di hemu qadên jiyanê de cinsyetparêziya civaki kur dike tekoşin dayin.
2- Li hemberî têgeha xwe dispêre moderniteya kapitalist ya ku nirxê civakbuyinê lewaz dike û felsefeya jiyana komin ji holê radike tekoşin dayin.
3- Li hemberî sistema kapitalist ya ku bedena jin kiriye warê bazarê tekoşina birdozî dayin.
4- Her mamoste di qada xwe ya xebatê de ji rêkxistinya xwe ya xweser berpirsyare.
Biryarên hatin girtin
Di komcivînê de biryarên hatin girtin wiha ne:
1- Pêwist e her mamosteyên jin perwerdeya xwe ya birdozi di akedemiya jinê de, biranşan di akedemiya ziman û perwerdê de bibine.
2- Ji xebatên siportif ya mamustayên jin û xwendevanên keç bi rêxistin bikin û bigihine feraseteke xweşikbûna estetikê ya ferasetekê azad, komiteyekê sporê ya xweser a jinê bê avakirin.
3- Her mamosteyeke ku pevjinkirin di derbarê malbat û zarok de bibe xwedi pilansazî.
4- Ji bo jinên mamostayan civin û seminer bên liderxistin.
5- Mamostayên ku li gorî pîvan û rêgezên hatin diyarkirin tev negerin berpisariya xwe ya bingihin ranebe ji erkê mamostetiyê bê girtin.
Komcivîna mamosteyên jin bi şîara „Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye“, „PAJK nasnameya jina azade“ bi çepik û tîlîlîyan bi dawî bû.
DÎHA/MEXMÛR