Akademiya Ramanê ya Star li bajarê Kobanê 4'emîn dewreya perwerdê ya binavê "şehîd Rûken"  ku 19 jinên ji endamên Meclîsên bajêr û gundên derdorê  tevlî bûn bi merasîmekê bidawî kir.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir piştre endama Yekîtiya Star Peyman Ehmed derbarê girîngiya perwerdeya jinan axivî. Ehmed di axaftina xwe de du jinên tekoşer ên Kurd Zîlan û Sema jî bibîr anî.
Yek ji jinên ku tevlî Dewreya perwedeyê bibû Xizana Şêz Nebî jî axivî û diyar kir ku bi armanca xwe ji aliyê bîrdozî, siyasî û zanistî pêşbixin tevlî dewreyê bûne. Nebî bang li hemû jinan kir da ku tevlî perwerdeyê bibin. 

ANHA/KOBANÊ