
Akademiya Konservatuara Aram Tîgran a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ev 5 sal in xebatên xwe didomîne ji bo pêşketina çand û hunera Kurdî xebatên gelek girîng dimeşîne. Konservatuara Aram Tîgran bi hejmareke mezin a şagirtên xwe xebatên çand û hunera Kurdî bi awayekî akademîk bi pêş dixe.
Kargehên cihêreng
Di kargehên Konservatuara Aram Tîgran de beşên mîna; sînema, şano, govend, wêne û muzîkê hene. Di van beşan de kargehên mezinan û yên zarokan cuda ne. Kesên di van kargehan de perwerde dibin, divê teqez bi zimanê Kurdî (Kirmanckî û Kurmancî) zanibin. Perwerdeya hemû beşan nava hefteyê 5 rojan e. Saetên perwerdehiyê ji 08.00’an heta 15.00’an e.
Di kargehên perwerdeyê yên sînema, şano, govend, wêne, muzîk ên mezinan de temenê şagirtan di navbera 15 û 28 salî de ye. Dîsa kargehên sînema, şano, govend, wêne: Perwerde 2 salan e û dewamkirina dersan mecbûrî ye. Beşa muzîkê jî perwerdeya wê 3 salan dirêj e û dewamkirina dersan mecbûrî ye.
Ji bo zarokan bernameya taybet
Perwerdeya zarokên pêşdibistanê nava hefteyê 2 rojan heye û her roj 40 deqeyan dewam dike. Malbat bi derfetên xwe zarokan tînin konservatuarê. Perwerdeya zarokên ku diçin dibistanê dawiya hefteyê û 2 rojan e. Saetên pewerdehiyê ji 09.30’an heta 12.40’î ye. Zarok bi servîsan tên û diçin. Zarokên ku perwerdeya muzîkê dibînin temenê wan di navbera 3-14 salî de ye. Perwerde 6 (2+2+2) salan e û dewamkirina dersan mecbûrî ye. Zarokên ku temenên wan di navbera 3, 4, 5 salî de perwerdehiya wan 8 mehan dewam dike.
Armanca akademiyê
Li Akademiya Konservatuara Aram Tîgran 352 şagirt hene û 174 şagirt jî li kursan perwerde dibin. Lê li gorî plansazî û armancan dê sala bê mîna dibistana çand û hunerê xebat bên kirin. Mamosteyên akademiyê diyar kirin ku ew li Aram Tîgran tenê mîna kursên pêşketina hunerî şagirtan bi pêş naxin, ew li vir xebatên akademîk didin meşandin û li ser vî esasî şagirtan bi pêş dixin. Mamosteyan destnîşan kir ku ew bi xebatên xwe ji bo çand û hunera Kurdî bingehekê amade dikin û her wiha ev ji bo pêşerojê jî gelekî girîng e. Mamosteyan da zanîn ku ev şagirtên ku di perwerdeya akademiyê re derbas dibin li gorî pêşketina di hunera xwe de li saziyan tên bicihkirin.
Perwerdeya hunerî ya alternatîf
Mamosteyan diyar kir ku armanca wan ji vê perwerdeya akademiyê ew e ku bingeheke hişmendiya hunerê bidin avakirin û ev tişt gotin: “Armanca me bi vê perwerdeya akademiyê hişmendiya Kurdewarî ya çand û hunerê bidin avakirin. Ligel vê yekê hişmendiyeke neteweya demokratîk bi pêş keve. Ne tenê hînkirina enstrûmanekê yan jî pêşxistina hunerekî, di warê teoriyê de jî em şagirtên xwe perwerde dikin. Ji xwe navê wê li ser e; Akademî. Dîsa perwerdeya cinsiyeta civakî û civaknasiyê jî tê dayîn.”
Muzîka Kurdî arşîv dikin
Ligel van xebatan, akademiyê ji bo şagirtên xwe metodên perwerdeyê jî amade kirine. Her wiha xebatên Mîra Muzîkê ango ji bo arşîvkirina muzîka Kurdî ya ku heta niha nehatiye tomarkirin û qeydên wan nehatiye kirin, xebat tên meşandin. Di encama vê xebatê de jî arşîveke muzîka Kurdî tê amadekirin.
Li Konservatuara Aram Tîgran li gel van xebatan her pêncşem saet 12.30’an dîwana muzîkê tê li darxistin. Ev ji aliyê mamosteyên muzîkê ve tê lidarxistin û armanca vê jî ew e ku şagirt xwe di warê pêşxistinê de bi awayekî pratîk bikin.
Li gundan perwerde
Dîsa ne tenê li navenda Amedê di heman demê de li gundan jî xebatên pêşxistina çand û hunera Kurdî dimeşîne. Mîna li gundê Edela Pîranê, li gundê Qeleşê Erxeniyê, li gundê Cixsêyê Pasûrê û li gundê Nerîba Hênê jî xebatên çand û hunerê tên meşandin.
Mamosteyan destnîşan kir ku çand û huner ji bo civakekê gelekî girîng e, lewra her civak bi çand û hunera xwe tê nasîn û wehe peyivî: “Gelê me têkoşîneke bê hempa dimeşîne lê ji çand û hunera xwe dûr dikeve. Lazim e ji çanda xwe dûr nekeve û xwedî li çanda xwe derkeve. Ev saziyên me ji bo xwedî derketina çand û hunerê derfet in.”