Li devera Balakayetî ji bo fêrkirina hunerên destan dewreyeke perwerdeyê dest pê kir. 23 jinên beşdar razî ne ku wê fêrî huner bibin û her wiha debara xwe bikin. Perwerdekar jî razî ne ku bi vî awayî hem karekî komînî teşwîq dikin, hem jî huner û aboriya jinê xurt dikin.

ZOSK BALEK / ROJNEWS / ÇOMAN

Li Çomanê, dewreyeke fêrbûna hunerên destan ji bo jinan hate vekirin. Armanca jinan ew e ku hem di hunerên destan de bibin pispor, hem xebatên komînî bikin, hem jî bibin xwedî dahateke serbixwe, ji bo debara xwe bikin.

Di 1’ê Çile de yekem cara li navçeya Çomanê ya ser bi herêma Balakayetî ya parêzgeha Hewlêrê, Navenda Çandê ya Çomanê dewreyeke perwerdê ya ji bo fêrkirina hunerên destan ji jinan re vekir. 23 jin beşdarî dewreya perwerdeyê bûn.

Hem huner û hem dahat

Navenda Çandê ya Çomanê, dewre bê beramberî vekiriye. Dewre mehekê dewam dike û hefteyê 3 rojan perwerde tê dayîn.

Di dewreya hunerên destan de cil û bergên jin û zarokan, bazin, gelek cûreyên aksesuwaran, toqe, merxesk, lepik, lûfik, gore û kumik tên çêkirin. Perwerde ji aliyê kesên şareza ve tê dayîn û di dawiya dewreyê de, navenda çandê wê dîplomayê bide şagirtan. Piştre, ev berhemên bi keda destê jinan hatine çêkirin wê di pêşangehekê de werin nîşandan.

Paşê jinên ku hatine perwerdekirin, wê xwe bi rêxistin bikin û xebatên xwe bidomînin. Bi van perwerdeyan, hem wê rihê komînê di nava jinan de bi hêz bibe, hem jî jin bi keda destê xwe wê aboriyeke ayîdê xwe ava bikin û debara xwe bikin.

Jin razî ne mamoste jî

Jina bi navê Perêz Qadir ku beşdarî vê dewreyê bûye, kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje, dewreyên bi vî awayî ji bo jinan gelekî bi fêde ne.

Jina bi navê Şino Teha jî dibêje, tiştên ku wan berê bi wan nedizanî, bi xêra vê dewreya perwerdeyê ew fêrî wan bûne.

Endama Navenda Çandê ya Çomanê, Şeyda Enwer ku dewreyê organîze dike, diyar kir ku jin hem wê xizmetê bikin hem jî bikarin bibin xwedî dahat. Li gorî wê bûna xwedî dahat di heman demê de di warê aborî de jinê xurt dike.

Navenda Çandî ya Çomanê sala 2018’an hatiye avakirin û armanca vê navendê jî xizmetkirina huner, çand û rewşenbiriyê di nava civaka herêma Balakayetî de ye.