Hêzên Parastinê Civakî (HPC) ya bajarê Til Temir ji bo 63 endamên HPC`ê yên  ji herêmên Çiyayê Kezwanan dewreyeke perwerdê bi navê ” Dewreya Şehîd Ibrahîm Seydo” yê di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo şehîd bibû, dabû destpêkirin. Dewereya perwerdê 10 rojan dom kir. Di dewreyê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn. 

Bi armanca qedandina dewreyê, şahiyek li gundê Kerin ê girêdayî herêma Çiyayê Kezwan hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan şêniyên herêmê, Rêveberên HPC û berpirsyarên dewreyê amade bûn. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Fermandarê Hêzên Parastina Civakî yê bajarê Til Temir Mihemed Qado axivî û keda HPC`ê  ya di parastina ewlehiyê de anî ziman û tekezî li ser xurtkirina parastinê di vê rewşê de kir. Paşê endamên dewreyê sûnda leşkerî xwarin. Di şahiyê de li ber stranan dîlan hat gerandin. 


 ANHA/TIL TEMIR