
Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a Kobanê mamoste Abdî Qadir ji bo hevdîtinan bike ji Kobanê çû Elmanyayê. Di çarçoveya hevdîtinên xwe de Abdî Qadir li parlamena eyaletê ya Hessenê a li paytext Wiesbadenê agahî dan parlemanterên ji gelek komên di parlemanê de. Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Rojava li Elmanyayê, Sîpan Îbrahîm jî parlemanter derbarê rewşa siyasî de agahdar kirin.
Koma Partiya Çep bi serkêşiya parlemanterê eyaletê Dr.Ulrich Wilken mamosteyê Kobanê Abdî Qadir vexwend û li ser banga wî, ji partiya çep Die Linke, ji partiya keskan Die Gruennen û ji partiya sosyal-demokrat SPD qederê 20 parlemanterê eyaletê amade bûn.
Di destpêkê de Abdî Qadir li ser rewşa perwerdeyê û dibistanan agahî dan û got, di nava du salan de ji 300 xwendekarî îroj gihiştine bêhtirî ji 4 hezar xwendekaran, lê belê hîna jî pêwistî bi avakirina 6-8 dibistanan heye. Abdî Qadir ji bo pêwîstiyên din jî got; „Niha rewş wisa ye ku di her refî de 50 ta 60 şagirtî hene. Wekî din ji textereş, heta bi kursî û maseyan, ji qelem û lênûskan heta bi derfetên çapkirinê gelek pêwistî hene. Mesela ji bo tevahiya hewcedariya çapê li Cizîr û Kobanê tebê yek çapxane heye, ew jî arizî ye û têr nake.”
Paşê nûnerê Xweseriya Demokratîk li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm li ser rewşa giştî ya siyasî agahî dan û bi bîr xist ku ya ku di warî insanî de halê hazir rewşa Rojava dijwar dike, ambargoya siyasî û aborî ye ku Tirkiye û PDK li ser Rojava ferz dikin. Li ser vê babetê Sîpan Îbrahîm xwest parlemanterên eyaletê jî zextê li partiyên xwe û hukûmeta xwe bikin, da ku ew jî zextê li Tirkiye û PDK´ê da ku ev ambargo rabe û deriyê sînor ê Sêmalke jî ji bo alîkariyên insanî û bazirganiyê vebe.
Piştre jî bersiva pirsên parlemanteran hat dayîn. Parlemanteran got, ji ber ku ew parlemanterên eyaletê ne, şiyana wan sînordar e, lê ka gelo fikreke Sîpan Îbrahîm û Abdî Qedrî heye, çawa mirova alîkar be, herduyan ev pêşniyaz kir: “Hûn dikarin heyetekê pêk bînin, ew heyet dikare bi alîkariyên insanî, tenduristî yan jî yên ji bo perwerdeyê dikare were ser sînorê Sêmalka û bibêeje, em ê van alîkariyên insanî derbasî aliyê din bikin. Heyeteke parlemanteran, yan jî yeke doktoran ku alîkariyê insanî bixwazin derbas bikin, dikarin bi vî rengî zextê bikin û ya xwe bi ser bixin.“
Sîstemeke demokratîk a perwerdeyê
Mamoste Abdî Qadir sîstema li Rojavayê Kurdistanê ya nû ya perwerdeyê wekî sîstemeke demokratîk a perwerdeyê bi nav dike û dibêje, “Nîşana vê yekê ya sereke ew e ku ji bo her civakê mafê dersdayîna bi zimanê dayikê hatiye misorgerkirin. Ango Kurd dikarin li dibistanên xwe bi Kurdî perwerde bibin, Ereb bi Erebî û Suryanî bi Aramî. Li aliyê din, piştî refa sisiyan zarok dikarin zimanê herî nêzîkî xwe fêr bibin, Kurd Erebî, Ereb jî Kurdî. JI bilî van jî, ji bo dê û bava derfeta bijartinê heye.”
Li ser pirsa gelo di diyarkirina mufredatê de ji navendekê her tişt tê diyarkirin yan na jî, mamoste Abdî Qadir got, “Nexêr, ev hemû encama civînên pirralî yên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk e. Her dengê di nava civakê de xwe di diyarkirina mufredatê de jî dide bihîstin.”
LUQMAN GULDIVÊ / WIESBADEN