
Xebatên ziman xurt bikin!
Beriya ku merasîma mezuniyetê destpê bike ji bo cangoriyên şoreşê deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji gerîlayên ku mezûn bûne re axaftineke kir. Avesta anî ziman ku di avakirina neteweya demokratîk de ziman û perwerde rola herî sereke dilîzin û wiha xîtabê gerîlayan kir: “Divê hûn vê perwerdeyê ji xwe re weke qadeke têkoşînê bigirin dest. Ji bo ku li her deverê kurdî bê axaftin divê hûn têbikoşin. Divê hûn di pêşxistina zimanê dayikê de pêşengiyê bikin.”
Ji 2005´an ve didome
Piştî axaftina Avesta merasîma dayîna bawernameyan destpê kir û xwendekarên gerîla bawernameyên xwe wergirtin. Piştî wergirtina bawernameyan xwendekarên gerîla ku skeç amadekiribûn skeça xwe pêşandan û bi girtina govendê ya gerîlayan dewre bi dawî bû. Akademiya Ehmedê Xanê ya ku di sala 2005’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat vekirin heta niha 18 dewre lidar xistiye û di van dewreyan de bi sedan gerîla bi zimanê dayikê perwerde wergirtine. Niha ew gerîlayên ku mezunbûne li gelek qadan wekî mamoste, wergervan û lêkolînerê ziman dixebite. Gerîlayên ku mezunbûne diyar dikin ku ew dixwazin wejeya şoreşa xwe bi zimanê dayikê bikin.
‘Ziman nasname ye’
Yek ji xwendekarên akademiyê Şevîn Agirî diyar ku zimanê dayikê nasname bi xwe ye û wiha got: “Heta niha gelek caran zimanê me hatiye qedexekirin û cara yekem e ku em li qadên xwe yên azad bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibînin.” Xwendekarê bi navê Baz Amed jî anî ziman ku ew perwerde bo wî gelek girîng bûye û wiha got: “Zimanê dayikê bo me nasname û çandeke. Ji ber wê yekê ezê her tim parastina zimanê xwe bikim.” Avaşîn Binevş jî diyar kir ku axaftina wê ya kurdî hebûye, lê belê nivîsandina wê tunebûye û wiha got: “Piştî dewereyê ezê xwe hêj bêtir pêş bixim.” Bager Botan jî destnîşan kir ku ew dewere bo wî firsendeke mezin bûye û wiha got: “Xwedîderketina li zimanê xwedîderketina li çanda xwe ye.”
ANF/BEHDÎNAN